Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rêvebiriya gîştî ya Polês cûdakarîyê dike

Hat weşandin måndag 14 november 2011 kl 11.14
130 zilam li cem DO giliyê cûdakariyê kirine. Sisê ji wan daxwaza tezmînatê dikin. Wêne: Pontus Lundahl/Scanpix

Sisê zilamên ku serî li Dibistana Bilind ya Polîsiyê dabûn û nehatibûn qebûlkirin bi îddîaya cûdariyê giliyê Rêvebiriya Gîştî ya Polês (Rikspolisstyrelsen) kirin. Clarence Crafoord dîrektorê Navenda Edaletiyê ye û van zilaman temsîl dike. Bi ya wî şika çûdakariya li ser bingehê etnîkî û cinsî xurt e.

- Li gorî agahiyên me wergirtine Rêvebiriya Gîştî ya Polês li ser bingehê kotayên cinsî û etnîkî şagirt qebûl dike. Li gorî îstatîstîkên me bidestxistine zilam hem îmtîhanên ziman û hem jî yên fîzîkî de encamên baştir bidest dixin. Lê tevî vê yekê, dîsa jî şensê zilaman ya qebûlbûna ji bo perwerda li dibistanê kêmtir e. Ji ber vê yekê bingehê şikkirina cûdakariya bê-qanûnî gelekî xurt e, dibêje Clarence Crafoord.

Giliyên ku li cem Dadgeha destpêkê ya Stockholmê hatiye kirin di warê cûdakariya etnîkî û cinsî ye û ji ber vê yekê tezmînateke ji 300 hezar kronî ji Rêvebiriya Gîştî ya Polês tê daxwaz kirin.

Ji bilî van sisê kesan her weha 130 serîlêderên zilam jÎ hetanî niha serî li Ombudsmanê Cûdakariyê, DO, dane û daxwaza lêkolînkirina serlêdanên xwe yên ji bo Dibistana Polisiyê kirine.

Rêvebiriya gîştî ya Polês bi daxuyaniyek radighîne ku wan di pêvajoya qebûlkirina şagirtan de tû şaşîtiyek nekirine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".