Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Helwesta Swêdê li hember Îranê divê çi be?

Hat weşandin tisdag 3 januari 2012 kl 15.46
Cezayê Iranê
(6:29 min)
1 av 2
Tetbîqata artêşa Îranê /Foto: Scanpix
2 av 2
Fredrik Malm(fp) /Foto:Besir Kavak

Hefteya derbasbûyî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka tedbîrên cezakirinê yên aborî li hember Iranê dijwartir kirin. Dawiya vê mihê tê payin ku Iran bibe mijara gotûbêjan li parlemena YE. Rayedarên Ewrûpî dê li hev bicivin bê amborgoya petrolê li hember Îranê pêk bînin yan na. Wek çavtirsandin duh Îranê fûzeyên menzîldirêj li ciyek stratejîk ceribandin.

Di mesela Îranê de Swêd heta niha li çareseriyeke bi riya danûstandinan geriyaye. Lê hin partiyên Swêdî meyldarê dijwarkirina zextên li hember Îranê ne.


- Ji bo dijwarkirina tedbîrên cezakirinê li hember Îranê divê Swêd di nav hewldanan de be. Mixabin heya niha me ev nekiriye. Ji bo vê jî ez xemgîn im. Em wek Partiya Gel pir aşkere li hember Îranê tedbîrên aborî yên dijwartir dixwazin.

Ev gotinên parlementerê Partiya Gel (Folkpartiet) û endamê lijneya siyaseta derve Fredrik Malm in.

Hefteya derbasbûyî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka tedbîrên cezakirinê yên aborî li hember Iranê dijwartir kirin. Bi biryarên nû yên Amerîka re banka navendî, sektora fînansê û firotina petrolê ya Iranê tên cezakirin.

Fredrik Malm tedbîrên Amerîka baş dibîne:

-         Zexta li hember Îranê divê gav bi gav bê jidandin. Divê ew bên mecbûrkirin da ji bo danûstandinê rûnin û derxistina uranyûmê rawestînin. Îran hewl dide bibe hêzek xwedan çekên nukleerî û em nikarin vê bipejirînin, dibêje Fredrik Malm

Parlementera Xiristiyanên Demokrat Caroline Szyber jî alîgira girtina tedbîrên cezakirinê ye:

- Digel ku tedbîrên cezakirinê hene jî di van salên dawî de rewşa mafê mirovan li Îranê xerabtir bûye. Loma ez baş dibînim ku Amerîka şêla xwe aşkere dike û tedbîrên nû dixe dewrê.

Dawiya vê mihê tê payin ku Iran bibe mijara gotûbêjan ya parlemena YE. Rayedarên Ewrûpî dê li hev bicivin bê amborgoya petrolê li hember Îranê pêk bînin yan na.

Fredrik Malm dibêje xeta Partiya Gel aşkere ye. Ew wek partiyek di hukûmetê de dixwazin Swêd doza dijwarkirina tedbîrên aborî bike.

Lê gelek partiyên din helwesta xwe hîna zelal nekirine. Parlementera Xiristiyanên Demokrat Caroline Szyber dibêje partiya wê jî  hîna xeta xwe aşkere nekiriye, lê li gor wê divê Swêd di vê mijarê de Amerîka wek mînak bibîne.

- Ji xwe halê hazir hin pêkutiyên aborî li hember Îranê hene. Tê gotûbêjkirin bê divê ew bên jidandin yan na û ez di wê baweriyê de me ku girîng e tedbîr ji bo demekê bêne xurtkirin, dibêje Caroline Szyber ji partiya Xiristiyanên Demokrat, ku partiyek din ya koalîsyona hukûmeta Swêdê ye.

Li hember van tedbîran duh Îranê nêzîkê tengava Hurmuzê li Kendava Farisî fûzeyên xwe yên menzîldirêj ceribandin. Iranê herwiha gef xwarin ku eger welatên rojava tedbîrên cezakirinê zêde bike ew dê çûn û hatina Tengava Hurmuzê asteng bike.

Ceribandina fûzeyan li Tengava Hurmuzê ji aliyê gelek siyasetmedaran ve wek işaretek çavtirsandinê hat şîrovekirin, ji ber ku ji %40 petrola cîhanê di vê tengavê re derbas dibe û ew ciyek ji bo petrola cîhanî pir stratejîk e.

Lê parastina dijwarkirina tedbîrên aborî wê zirare nede Swêdê? Caroline Szyber:

-         Nexêr, ji xwe ti bazirganiya me ya ewqas zêde bi Îranê re nîne ku tesîreke wê bide me. Û eger tesîreke wê hebe jî divê em ji bo cîhanek bêhtir bi îstiqrar û demokratîk bixebitin.

Baş e, dê feydeyek tedbîrên cezakirinê hebe? Gelo ev helwestek rast e? Fredrik Malm:

-         Ez  ne di wê baweriyê de me ku tedbîrên cezakirinê rejimê birûxîne û ew yekser demokrasiyê bi xwe re nayêne. Lê tedbîr tên wateya ku mirov zextan li hember Iranê dijidîne ku li gor peymanên navnetewî bimeşe. Bes tedbîrên cezakirinê yên aborî têr nakin.

Di mesela Îranê de Swêd heya niha li çareseriyeke bi riya danûstandinan geriyaye. Pirsgirêk li gor Fredrik Malm ew e ku eger Îran mecbûr nebe ew guh nade danûstandinan. Lewma divê zextên li hember Îranê bên xurtkirin. Û ji bo siyasetek berhemdar li hember Îranê li gor Malm divê Swêd di YE de piştgiriyê bide xeta Fransî:

- Wek mînak Fransa di nav YE de xwedan siyasetek hişktir e. Bi baweriya min divê em li vê xeta Fransa ji nêztir binêrin, eger mirov bixwazibe guhertinekê bike ew şêl realîsttir e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".