Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Guherîna sîgortaya nexweṣiyê encam neda

Hat weşandin tisdag 3 april 2012 kl 16.11
Li gorî hejmarên pêṣî ji destpêka salê ve 14 kes karîne bi saya "têgeha bêhawetiyê” berdewam sîgortaya nexweṣiyê wergirin. Foto: Bertil Ericson & Hasse Holmberg/Scanpix.

Ji destpêka salê ve heta niha 14 kes dikarîne berdewam sîgortaya nexweṣiyê hebin li gorî têgeha nû ya bêhawetiyê ku ji destpêka salê ve ketiye dewrê. Ev têgeh bi armanca ku qaîdeyan nerm bike hatiye danîn, piṣtî ku rexne hatin kirin ku qaîde ne zelal in di warê berpirsyariya kasaya sîgortayê beramberî kesan de. Havîna derbasbûyî kasaya sîgortayê Försäkringskassan hesab dikir ku rewṣa 7 500 kesan li gorî têgeha bêhawetiyê bê nirxandin.

Dîrektorê sîgortayê Svante Borg dide zanîn ku ji bo ew zanibin çima hesabê dihat kirin û rewṣa heyî li hev nake, divê ew salê giṣî binirxînin lê digel vê jî ji niha de encamek heye, ew dibêje:

Svante Borg amaje bi rewṣa wan 14 kesan dike yên dikarîne berdewam sîgortaya nexweṣiyê hebin, û dibêje ev nîṣaneyek e ku li gorî têgeha nû nirxandin hatine kirin lê dikare nîqaṣ bibe bê çiqas serkeftî ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".