Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Herdu șefên Volvo yên Saddam bertîl kirin mehkûm bûn

Hat weşandin onsdag 4 april 2012 kl 10.28
Wêne: Michael Berwick/Sveriges Radio

Du șefên bilind yên Volvo ji bo sûcê tawanên tedbîrên ceza yên giran di ҁarҁoveya bernama neteweyên yekgirtî ya bi navê ” petrol hember xwarinê ” ya li dij Iraqê bû navbera salên 2000-2002 de, hatin hukim kirin.

Volvo bi xwe biryara dadgehê doh eșkere kir. Dadgeha destpêkî ya Eskilstunayê dibîne ku herdu șefên Volvo CE pereyên zêde li derveyê peymanan dane, perên yekser ҁûne bo rêjîma Saddam. Lê parêzerê yek ji van șefan, Leif Gustafson, rexnedarê biryara dadgehê ye.

Parêzer Gustavfson her wekî her du șefên tawanbar kirî dibêje ku ew perêyên zêde ji alîyê hêzên ҁavdêr yên neteweyên yekgirtî ve naskirî bûn, ango konseya ewleyîyê û komîteya tedbîrên ceza jî û ku neteweyên yekgirtî dana perêyên zêde yên ne destûrî bo rêjîma Saddam , qebûl kiribû.

Lê têgihiștin û biryara dadgehê ji cuda ye, li gor nirxandina dadgehê ev herdu mêr bi tevayî 24 milyonên zêde dane, yan jî soza wan dane ji bilî peredanên bo makîneyên barkirinê û makîneyên serrastkirina rêyan û makîneyên din.

Dadgeh giranîyeke zêde dide wê ku karmendekî sêyem ji Volvoyê li Iraqê imzekirina vê peymane qebûl nekir, ji ber wî dît ku ev peyman li dij tedbirên cezeyan bû, ango bojkotên hember Iraqê.

Herdu șefên Volvoyê bi hikimê bimerc och cezeya pereyan ê rojane, bi tevayî 120 000 û 60 000 hatin mehkûm kirin. Hoya ku cezeya zindanê wernegirtin, ew bû ku deh sal ser vê tawanê ve derbas bûye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".