Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
CARL BILDT

Hêvîdarim muzakere ji nû ve destpêke

Hat weşandin onsdag 4 april 2012 kl 14.18
Pirsa kurdî di navenda danûstendinan de ye
(5:33 min)
Carl Bildt di civîna ji bo medyaya navnetewî de li Stockholmê. Wêne Zana Schiroyi.

Dema wezîrê karê derve yê Swêdê Carl Bildt duh civîneke çapemeniyê bi medyaya navnetewî re çêkir li ser pirsa kurdî û şerê navbera dewleta tirk û PKKê de bersiva pirsên Zayele dan. Carl Bildt dixwaze aliyên şer careke din dest bi muzakere û dîyalogê bikin, lê naxwaze bi xwe navbeynkariyê bike.

- Pirsa kurdî di navenda danûstendinên navbera Yekîtiya Ewrûpa û Tirkiyê de ye. Pêşkeftineke posîtîv heye lê her weha ji havîna sala çûyî ve paşveçûnek jî heye. Ez nikarim têkevim nava detayên vê yekê lê heviya me ye ku hem hewlên ji bo reforman û hem jî jibo diyalogê careke nû destpê bikin, got wezîrê karê derve Carl Bildt.

Ez ji Carl Bildt dipirsim ka ew bi gotina ”paşveçûnê” ya li Tirkiyê çi qest dike. Bildt dibêje ew behsa paşveçûnek ji aliyê Tirkiyê ve nake.

- Havîna derbasbûyî nakokiya bi PKKê re bi carekê re tundtir bû, pevçûnên çekdarî careke din destpêkirin. Mirov dikare spekulasyonan bike, lê ez naxwazim tiştên zêde bibêjim. Lê mirov dikare li spekulasyonên di çapemeniyê de bixwîne ku heta wê demê di navbera hikûmeta tirk û PKK de muzakere û hevdîtin çêbûbûn… Û piştre ji ber şer ev rawestiyan. Tu dikarî di rojnameyan de bixwînî ku ev şer ji aliyê beşeke mîlîtan yê di nav PKKê de ku li dijî muzakereyan bûn hat destpêkirin. Û wan şîddetê jinûve dan destpêkirin û vê rê li ber şîddeteke li dij vekir, bi ya Carl Bildt, ku naxwaze îzaheke xwe bi xwe pêşkêş bike lê di şûna wê de balê dikşîne îzahên spekulatîf yên di çapemeniyê de…

Piştre Carl Bildt tişteke balkêş dibêje:

- Gelo ev rewş dê rê li ber jinûve destpêkirina muzakereyan û diyalogê veke an na, ez vê yekê nizanim. Lê heger ez tiştek zanibûyam jî min ê tiştek negota!, dibêje Bildt.

Swêd û Carl Bildt bi xwe bi navbeynkariya nav aliyên şer yên welatan tên nasîn. Weke mînak Carl Bildt di salên 1990î de navbeynkar û temsîlkarê Yekîtiya Ewrûpa ya şerê li Balkanê bû. Ji bo vê yekê min ji wî pirsiyar kir ka gelo ew an jî swêd yan jî Yekîtiya Ewrûpayê dikare xwe bide ber roleke navbeynkar di şerê li bakûrê Kurdistanê de.

- PKK rêxistineke terorîst e û li gelek welatên ewrûpî jî bi bikaranîna şîdetê serê me êşandiye ji ber vê yekê bi wan re tu têkiliyên me tune ne, dibêje Carl Bildt.

Pirseke din ya girtina bi hezaran endam, siyasetvan û kesên hilbijartî yên Partiya Aşîtî û Demokrasî BDPê ye. Dewleta tirk van girtina piştî hilbijartinên sala çûyî zêdetir kirin.

Gelo şîroveya Carl Bildt ya di vî derbarî de çî ye?

Carl Bildt  xêrhatina dawîkirina boykota BDPê ya parlamentoyê dikin, BDP weke beşeke girîng ya jiyana sîyasî ya Tirkiyê dinirxînin û lê ew dibêje ew naxwaze li ser detayên girtinan bisekine.

– Bi ya me evana di çarçova wan qanûnên terorê de ne ku bi ya me zêde tund in, got Carl Bildt.

Wekî din Carl Bildt di civînê de ragihand ku danûstendinên Swêdê yën bi Hikûmeta herêma Kurdistanê re gelekî baş in û ew hêvîdar e di dema nêzîk de biçe serdana herêma kurdistanê.

Her weha di mesela Suriyê de jî Carl Bildt got mixabin kurdan di civîna dawî ya Stembolê de xwe ji Konseya niştimanî ya Suriyê paş ve kişandin, lê em hêvî dikin kurd pirsgirêkên xwe bi konseyê re çareser bikin û vegerin nav hevgirtina muxalefetê. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".