Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Daîreya koçê li ser biryara xwe ye

Hat weşandin torsdag 5 april 2012 kl 14.55
Foto: Claudio Bresciani/Scanpix

Daîreya koçê Migrationsverket li ser biryara xwe ye ku malbatekê dersînorî welatên cûda bike. Dayik û du zarok bo welatekî û bav bo welatek din dê bên şandin. Dayik ewqas derûnî nexweş e ku nabe bi zarokan re bi tenê bimîne, lê Daîreya Koçê radigihîne ku belgeyên malbatê têr nakin ku biryara dersînorkirinê rawestînin. Li gorî biryara berê bav Giorgi Grigorian dê bê dersînorkirin bo Rûsya yan jî Azerbaycanê. Lê rewşa penaxwaziya herdû zarokên 3 û 5 salî yên li Swêdê çêbûne li gorî Uzbekîstanê hatiye ceribandin. Dayika wan ji Uzbekîstanê ye û ew dê bi wê re bên şandin, ligel ku nexweşiya wê ya derûnî heye jî.

Bav Giorgi Grigorian dibêje zehmet e ku hestên xwe bînim ziman lê kî jî biryarek wiha wergirta û zanîba dê ji malbata xwe bê dûrxistin dê wek min hest bikira.

Bi armanca ku dersînorkirinê rawestînin malbatê ji Daîreya koçê re hinek belge şandin. Daxwaziya wan ji aliyê Daîreya koçê ve nehate qebûlkirin.

Niha dê malbat hewl bide li cem dadgeha Ewrûpayê îtiraza biryarê bike.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".