Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Li pêşdibistanê kiryarên rûmetşikên

Hat weşandin torsdag 5 april 2012 kl 15.18
Li pêşdibistanek li Botkyrka zarokên biçûk rastî kiryarên rûmetşikên hatine. Foto: Erik G Svensson/Scanpix.

Li pêşdibistanekê li Botkyrka ya başûrê Stockholmê zarokên biçûk ji aliyê du pedagogan ve rastî binpêkirinan hatine. Zarokên ku di navbera 1 û 3 salî de ne rastî desthişkiyê hatine û li gorî giliyê ku hatiye kirin, pedagogan bi zorê xwarin dane zarokan heta ku verşiyane. Şefê rêvebiriya şaredariya Botkyrkayê Erik Nilsson dibêje wan mesele lêkolîn kiriye û ligel karkirên pêşdibistanê axivîne û kiryarên rûmetşikên belge kirine. Piştî ku rewşa wan eşkere bû, herdû pedagogan karê xwe berdane. Berpirsa pêşdibistanê jî karê xwe berda.

 Berpirsê pêşdibistanê bi tiştên dibin nizanîbû lê hinek tişt li ber guhê wê ketibûn û diviyabû rewş lêkolîon bikira, li gorî şefê rêvebiriya şaredariya Botkyrkayê Erik Nilsson.

Bûyer niha ji aliyê çavdêriya dibistanê Skolinspektionen ve tê lêkolînkirin û şaredarî jî dê li cem polîs gilî bike. Ji dê û bav û zarokên din re jî alîkariya piştgiriya terapiyî pêşkêş bûye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".