Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Danûstendinên îxtilafa bazirganiyê dewam in

Hat weşandin torsdag 5 april 2012 kl 15.30
Foto: Scanpix.

Danûstendinên îxtilafa bazirganiyê ku ev demek e li dar e her dewam bikin. Navbeynkarên Svensk Handel û sendîkaya Handelsê dê vê dawiya hefteyê dîsa li hev bicivin. Eger mîna hatiye gotin 13 nîsanê grev destpê bike dê bandorê ne tenê li qada bazirganiyê lê li branşên din jî bike. Weke mînak pir xwaringeh dê bê tiştên teze bimînin dema yek ji girfiroşên herî mezin yê branşê dê bikeve grevê. Sanayiya avakirinê jî nesîbê xwe ji grevê werdigire, ji ber ku çend depoyên ku tiştan yekser dibe ber destê şîrketên avakirinê jî dê grevê bikin. Fîrmayên veguhestinê jî dê bêkar bimînin.

Serokê rêxistina branşa grûba veguhestinê Transportgruppen, Peter Jeppson rexneyê li sendîkaya Handelsê dike ji ber ku bi dîtina wî greva wan ji fêdeyê bêhtir zerarê digihîne branşê dema pir kesan bêkar dihêle.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".