Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Muslumanên ciwan konferans li dar dixin

Hat weşandin torsdag 5 april 2012 kl 16.10
Musluman hedefa nijatperestiyê ne
(5:18 min)
Konferansa muslumanên ciwan. Wêne: SUM

Muslumanên ciwan yên Swêdê dawiya hefteyê konferansa xwe ya 17:mîn ya salane li taxa Kista ya Stockholmê li dar dixin. Muhammed Kharraki, ku yek ji amadekaran e dibêje dê ji seranserên welatên bakûrî 1500 ciwanên di navbera temenê 16-25 tevlî civîn û semînerên li fûra Kistayê bibin. Bi ya Mohammed Kharraki di navbera swêdîbûn û muslumanbûnê de hîna jî gelek nakokî û asteng hene. Gelek kes bi pêşhukmî û nijatperestiyê re rûbirû dibin:

- Rast e li metroyê kes êrîşê ser te nake, lê di derbarê muslumanek çawa ye de strukturek heye û fikrek heye û ev ewqas bi pêş ketiye ku beşek ji xelkê dikare ji bo jêxelasbûna muslumanan biçe dengdanê, dibêje Kharraki.

Konferansa salane her sal bi tevlîbûneke mezintir li dar dikeve û bi sala çûyî re qiyas jimara kesên tevlî dibin dûqat bûye. Sala çûyî 1500 ciwan weke beşdar û amadekar tevlî konferansê bûn. Ji ber vê yekê cihê konferansê ji dibistana Åsögymnasium ya li başûrê navenda Stockholmê birin fûara Kistayê ya li bakûrê bajêr. Kharraki zêdebûna beşdaran wuha îzah dike:

- Hem em xwe bi awayeke baştir digihînin mirovan; bi rêya medyayên civakî yên li ser Internetê û hem jî ez bawer im jimara ciwanên musluman ku li Swêdê çêbûne an jî mezin bûne bi 10-15 sal berê re qiyas zêdetir bûye.

Mirov beşdarê konferansê dibe ji bo ku di derbarê îslamiyetê de bêtir zanebûn peyda bike lê her weha ev tişteke sosyal e jî. Li wir mirov dikare hevalbendên xwe bibîne, lê her weha mirov dikare bibîne jî ku ev konferanseke dîndaran e, dibêje Mohammed Kharraki.

- Saloneke me ya mezin ya nimêjê heye. Hîn keçên pêçandî hene û hî xort jî bi kincên ku dikare weke kincên muslumanî bê famkirin, bi kum, digerin. Û herkes ji hev re dibêje ”Selam û aleykum”.

Konferansa ciwanên musluman çend sal berê bû mijara nîqaşeke tund, ji ber ku axaftvanekî ji derveyî welat ku bi daxuyaniyên li dijî homoseksûeliyê û cûhiyan tê nasîn, weke axaftvan vexwendibûn. Heta niha li hemberî axaftvanên îsalîn de tu nîqaş nîn in. Mohammed Kharraki dibêje êdî ew di derbarê wan mirovên vedixwînin de lêkolînek baş dikin, ji bo ku tiştên ne li rê di konferansê de neyê rojevê.

- Rast e, îsal em neçar bûn di vî warî de bêtir hişyar bin. Em wisa bawer bûn dê ev hewce neke, lê mixabin. Wisa xuya ye ku di nav axaftvanên îsalîn de kesên bi daxuyaniyên ne li rê nîn in. Ji konferansê re dû roj man û her tişt baş dixuyê. Me karê xwe ev car rêk û pêk kiriye, Mohammed Kharraki.

Ji 13 axaftvanên konferansê tenê sisê jin in. Lê semînera ku Mohammed Kharraki çavlirê ye û dikare gelek kesan tehrîk bike semînera Helena Beaouda ye, ku endama rêvebiriya Konseya muslumanên Swêdê ye. Benaouda yek ji wan kesan e ku hatiye ser ola îslamiyetê û dê li ser şîddeta namûsê ya li dijî swêdiyên hatina ser ola îslamî biaxive. Amadekarê konferansê Muhammed Kharraki dibêje çend awayên vê şîdetê hene.

- Ji lêdanê bigire ta muafhêştina ji mîrasê. Gelek ji wan kesên hatine ser ola îslamê jî li adresên nehênî dijîn. Lê mixabin cihê nîqaşê nadin van pirsgirêkan. Her kes probleman li cem muslumanan dibîne, dibêje Mohammed Kharraki. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".