Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

11 sal girtîgeh ji ber kuştina penaxwaz

Hat weşandin tisdag 10 april 2012 kl 14.31

Dadgeha destpêkî ya bajare Lundê îro ji ber kuştina penaxwazekî 16 salî li bajarê Eslövê cezayê 11 sal girtîgehê da zilamek 21 salî.  Dido zilamên din yên 20 û 22 salî jî ji ber alîkarîya mêrkuj û sebebbûna mirina kesekî 3 û 4 sal cezayê girtîgehê wergirtin.

Xortê ciwan ku ji Afghanistanê hatibû meha cotmehê li wargeha penaxwazan ya li Eslövê bi berdana guleyek serê wî de hatibû kuştin. Lê dadgeha destpêkê cezayek kêmtirî daxwaza dozger da mêrkuj.

Dozger daw kiribû ku dido ji zilaman ku 21 û 20  salî ne ji ber mêrkujiyê yek 16 sal û yê din 10 sal cezayê girtîgehê wergire. Ji bo zilamek sêem jî wî dozger daxwaza ji ber alîkariya mêrkuj 8 sal cezayê girtîgehê kiribû.

Lê dadgeha destpêkê biryar da ku ne temamî li ser xeta dozger bimeşe. Ji ber vê cezayê zilamê 21 salî, tevî hukma mêrkûjiyê, daxist 11 sal girtîgehî.

Zilamê 21 salî îtiraf kiriye ku wî xortê penaxwaz yê 16 salî kuştiye, lê îddîa dike ku wî bêhemdî çek teqandiye. Her dû zilamên din tu car sûc qebûl nekirine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".