Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Malên penaberan hez û hêrsê bi xwe re tînin

Hat weşandin tisdag 10 april 2012 kl 15.24
Malên penaberan
(7:07 min)
Ciwanên ku bi tenê tên Swêdê. Foto SR

Ev demeke tê behskirin ku chend ciwanên penaber yên ku bi tena serê xwe hatine Swêdê li herêmeke vîla li Vallentuna bên bicîkirin. Li hember hatina wan berya 2-3 hefteyan hin şênîyên bajêr nerazîbûna xwe nîşan dabûn

Lê ev ne cara pêşî ye ku malek ciwanên penaber tê avakirin û ne cara yekê ye ku cîran û derdor li dijî derdikevin. Par biharê li herêma Dalarna bajarê Mockfjärd dema deh xortên penaber li malekê hatin bicîkirin dîsa galgal hatibû bihîstin.

”Demekê gelek otomobîl li ser rîyan bûn, trafîk gelekî zêde bû, her der otomobîl bûn. Gelek zarokên piçûk li derdorê dibeziyan û em fêrî trafîka zêde li van deran nebûne”.

Hinekan wiha digotin, lê yekî din digot:

”Eger insan bûbin penaber divê mirov alîkarîya wan bike û li wan xwedî derkeve. Ev prensîbê min e”.

Yekê digot: ”eger ew werin belkî xanîyê me neyên firotin”, lê yekî lê divegerand: ”Xanîyên Mockfjärd ji xwe ewqas arzan in ku ji wiha arzantir nabin”.

Par vî çaxî şîrketa Attendo li herêmeke sakin li Mockfjärd xanîyek kirî ji bo ku çend ciwanên pênaber yên ku bi tenê hatibûn Swêdê li wira bi cî bike. Lê Attendo yekser bi reaksîyonan re rû bi rû ma. Li hember hatina ciwanan cîranên derdorê nêzîkê 50 îmzeyî li hev komkirin. Ew ditirsîyan ku nirxê xanîyê wan dakeve û trafîk zêde bibe. Yek ji wan kesên ku li hembe bû Hesen El-wendî bû. Par ew li dijî hatina xortan bû û îro jî ew xwedanê heman helwestê ye:

- Dînîtî ye. Em bêjin mirov deh ciwanên swêdî tîne. Didu ji Malmö, didu ji Stockholmê, didu ji Kiruna û yek ji Älvdalen yan Borlänge. Wan lev bide hev û bêxe xanîyekî, wê rewş çiqas xweş be gelo? Erê, ne bi tenê ne personal li cem wan hene, lê ew ne malbatek in.

Lê civata bajêr gişt ne wiha difikire.

Yek ji wan kesên ku herî zêde di ber ciwanan de bezîye û dibeze sîyasetvana ji partîya Moderat Irma Rönbäck e. Wê ji xortan re bisiklet peydakirine û payîzê dema dinya cemidî wê ji bo wan kinc lev dan hev.


- Min ji berpirsekî ciwanan bihîst ku lawikek di dawîya payîzê de bi fanêreyekî çengrût û şalekî qot digerîya. Hingî min biryar da ku em ji wan re kincan li hev kom bikin. Xelk pir bi germî nêzîk bûn salona ku me cil lê kom dikirin tişe kinc û pêlav bû. Gelek kesên ku berê bi guman nêzîk bûbûn jî alîkarî kirin.

Ase Famûrî li nêzîkê mala ku xort lê dimînin restorantekê bi rê ve dibe.

- Pêdivîya Mockfjärd bi bêhtir zarokên wiha heye. Derfet û îmkan hene. Bi min divê bêhtir werin.

Gelek ji ciwanên penaber ku niha li mala Mockfjärd dimînin, tê bîra wan ku nerazîbûn li hember hatina wan hebû û gelek bi guman bûn. Hasif Husaydî yek ji xortan e:


- Ew kesên ku hatine vira ji şer û pevçûnan westîyan e û of bûne. Ji bo ku jîyanek aram û hizûrê bibînin wan ev rîya dirêj dane ber xwe, dibêje Hasif Husaydi.

Lê gelo ew derbarê wan kesên ku li hember bicîbûna wan li vira ne çi difikire?

- Du mirovên wek hev nînin û mirov ji hev cuda difikire. Loma ew normal e û li gor insanan tê guhertin.

Nerazîbûnên li hember ciwanan carcran tên bihîstin. Berya çend hefteyan dengên nerazîbûnê ji Vallentuna bilind bûn ji bo ku pilan hene malek ciwanan li wir bê avakirin. Hinekan wekî protest xanî spray kiribûn, hêk avêtibûn hewşa wê û qata jêr tişe av kiribûn. Loma barkirina ciwanan hatîye taloqkirin. 

Irma Rönbäck ku li Mockfjärd alîkarîyê dide ciwanan pêşveçûnên li Vallentuna ji dûr ve şopandine û fikirîye bê xelk çima hatina ciwanan protesto dike:

-         Bi min divê mirov ji destpêkê pir zelal be û xelkê agahdar bike. Û tişta ku mirov nikaribe behs bike jî divê mirov eşkere bêje ”em nikarin behsa vêya bikin”, danûstandin bi vî awayî dibin.

Lê li Mockfjärd bi xwe jî hin kes hîna bi fikar in.

-         Tişta ez lê difikirim gelo piştî ku peymana bi beledîyê re bi dawî bû dê çi bibe? Dipirse şênîyekî ji bajêr.

Şênîyeke din jî ya bajêr dibêje şîrketa Attendo bi xwe ne Swêdî ye, zikat jî li me navegere.

Kjell Sjundeson û Lillmor Karlsson cîranê xortan e û yek ji wan nas jî kirine.

-         Êne tu nizanî bê çi kurekî bi marîfet e. Cîyê xweş yê rûniştinê herdem dide mirov. Em rûdinin û li televizyonê dinerin, dikeve Facebookê de. Rojeke yekşemê ez bi tenê li malê bûm, hat got ez dikarim alîkarîya te bikim û kûçikê min derxist gerê.

Li ser pirsa bê gelo wan ti gazin ji derdor û cîranan bihîstine Sjundesson û Karlsson dibêjin:

-         Na, tiştek xerab me nebihîstî ye. Hertişt gelekî baş e. Ez pir kêfxweş im ku ew li vira ne, dibêje cîrana ciwanên penaber li Mockfjärd Lillmor Karlsson.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".