Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gireva warê bazirganîyê nêzîk dibe

Hat weşandin onsdag 11 april 2012 kl 10.19

Dibe ku nêzîka 5600 karmendên warê bazirganîyê ji sendîkaya Handels ya girêdayî LO, Konfederasyona Sendîkayên karkerên Swêdê roja înê bi armanca bilindkirina miașan girev bikin. Ҁend sendîkayên din yên girêdayî LO yê hișîyarîya gireva piștgîrî dane. Nuha jî yên kardêr ketine tirsa ku Swêd derbasî nakokîyeke bazara karî ya giran bibe.

Sendîkaya Handel daxwaza bilindkirina miașan bi % 4,7 dike û li hêla din rêxistina kardêran, Svensk handel, % 2,6 pêșkêș dike her wekî peymana berê ya endustrîyê jî dida.

Ji alîyê enstîtuya navberîkirinê, Medlingsinstitutet, ji berê ve eșkere gotine ku ew tevlî șîroveyên peymanên ser asteke bilindtir nabin. Bi wan % 2,6 asteke maqûl e bo warê bazirganîyê. Sendîkaya Handels daxwaza bilindkirina miașan dike her li gor bilindbûna bo sendîkayên din, yan jî 860 kronî heyvane û 100 kronên zêdebûnê jî. Ji ber ku miașên navincî dora 21 300 kron heyvane ne, zêdebûna bi hesabê ji sedî dibe % 4,7.

Di bazara karî ya swêdî de, warê endustrî ya di hevrikîyê de, ev demeke dirêje ku xwedan miașên herî bașin û warên din yên peymanan li gor wê ҁûne û ser qebûl kirine. Di hindirê LO yê de nuha xebatek li dar e bo bilindkirina warên miașnizim yên bêhtirê wê jin di wan de kar dikin, wekî nimûne di warê bazirganîyê û șaredarîyan de.

Piștî ku sendîkayên din yên girêdayî LO yê piștgîrîya xwe bo gireva Handels nîșan dane, êdî Svensk näringsliv, endustrî û bazirganîya swêdî ya bi xwe xwedanên șirketan li Swêdê nûnerî dike, nearam bûye.

Per Bardh, sekreterê peymana ye li LO, û ji karê wî ye ku li mijara miașan bi temamî binere. Bardh dibêje ku peymanên karmendên Handels bidin rênîșander bo peymanên warên ji di wan de piranî kar dikin, wekî nimûne di sektor ango beșê șaredarîyê de:

-Temamê kordîne kirina LO yê ser bingehê ku em divê bikin ku warên peymanan piranî jin di wan de kar dikin, bibin xwedan ciyê zêdebûna miașan ya berfirehtir. Merc û șertên me danîne 100 kron e û ta nuha tu sebeb tune nek u em ji ya xwe dakevin. Û ev ya em nuha ser wê șîrove û bazar dikin û hewil didin ҁareser bikin. Ev e karê sendîkaya Handels e di kodînasyona LO yê de.

Di hindirê rêxistina kardêran, Svensk handel, merc û șertên karmendên sendîkaya Handels gelekî bilind dibînin, bi taybetî danberhev bi % 2,6 re yên sendîkayan din ta nuha di guftûgoyan de wergirtine. Lê Per Bardh mercên miașan bo karmendên Handels diparêz e û dibêje:

-Eger em ser vê xalê ranewestin û mercên kardêran bi 2,6 neșopînin, wê demê keҁeke karmenda Handels kare 200 kronî ji dest wenda bike di zêdebûna miaș de hember mêrekî di warê endustrîyê de.

Di bazara karî ya swêdî de, ji zû ve endustrîya ketîye hevrikîyê de normdamezirêner e bo mezinîya zêdebûna miașan. Cudabûnên navbera miașan di bazara karî ya swêdî de hîna jî kêmin, li gor kardêrên ji endustrî û bazirganîya swêdî, Svensk näringsliv ya Christer Ågren cêgirê berpirsîyarê giștî yê wê ye:

-Swêd ji temamê welatên rojavayî, ew welat e ya cudabûna navbera grûpên Brandh behsa wan dike û karmendên endustrîyê ya herî kêm e. Tu welatek din tune ye ku xwedan astên miașên wisa nêzîkî hev bin, cudabûnên miașên me kêmin. Lê her dîsa jî daxwaz heye ku em bêhtir biserhev ve bînin bi awayekî wisa ku ne di rastîyê de jî nabe bêhtir ji cudabûna hezarekî navbera karên hesan û karên giran. Û li gor Ågren ev yeka dê hewesa xwendin û wergirtina berpirsîyarîyê ba karmendan kêm bike.

Per Bardh ji LO yê dibîne ku cudabûnên miașan di van 15 salên dawî de kêm bûye, lê her dîsan jî, Bardh dibêje ku herҁend miaș nêzîkî hev bin jî, ev welatê me ye û em yên biryarê didin û divê em biryara derbarê awayên miașan bidin di guftûgoyên vekirî derbarê peymanên kolektîv de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".