Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Talûka Tsûnamiyê nema

Hat weşandin onsdag 11 april 2012 kl 13.16
Talûka tsûnamiye li Taylanda gelek turîstên swêdî lê ne panîk peyda kir. Wêne: Ichsan Ivansah/Scanpix

Li Taylanda ku piştî erdlerzeke di okyanûsa hîndî de hişyariya tsûnamiyê hat dayîn bi hezaran turîstên Swêdî ji peravan hatin tahliyekirin.

Lê tevî alarm û panîka destpêkî hişyariyên tsûnamiyê li Tayland û Endonezyayê pişt nîvro bi paş ve hatin girtin. Tê ragihandin talûka tsûnamiyê weke di serî de dihat bawerkirin nema ye.

Şidda erdlerza li okyanûsa hîndî, ku tê bawerkirin dibe sedema tsûnamiyê, li gorî pîvana richterê 8.6 e.

Hişyariya Tsûnamiyê ya li Taylandê li şeş herêman hatibûn dayîn; Phuket, Krabi, Phang Nga, Ranong, Trang û Satun. Turîstên swêdî yên li herêmê behsa panîkek mezin kiribûn.

Fïrmayên swêdî yên rêwîtiyê yên wekî Ving û Fritidsresor gelek rêwiyên xwe bi rêya SMS hişyar kiribûn û wan ji peravên deryayê dûr xistibûn.

Tilda Kinell û hevalê wê li herêma Koh Lantaya rojavayê Taylandê ne û hîsên xwe yên dema alarma Tsûnamiyê lê da wuha îzah dike.

- Li her derî panîk hebû, ji ber ku em dizanin cara çûyî çi hatibû serê xelkê. Her kes derketibûn kolanan û bi moped û otomobîlên xwe hewl didin ji cihê bûyerê dûr kevin. Heneka vê meselê tuneye, dibêj Tilda Kinell turîsta swêdî li Taylandê.

Balyozxana Swêdê bang li turîstên swêdî dike ku guh bidin agahdarî û tewsiyeyên meqamên taylandî.

Her weha berdevkê çapemeniyê yê Wezareta derve ya Swêdê Anders Jörle jî dibêje wan ji niha ve kesên eleqedar agahdar kirine û bûyer ji nêz ve dişopînin.

Li buroya hikûmetê a krîzê jî 40 kes hatine wezîfedar kirin ku şev û roj amade bin.

Şîrketa rêwîtiyê Ving radighîne ku wan ji rêwîyên xwe agahdar kirine ku li herêma Phuketê li herêmên çiyayî bicîh bibin. 1700 rêwîyên Vingê li herêmê heye.

Lê seîsmolog Reynir Bödvarsson li zaningeha Uppsalayê ji ajansa nûçeyan TT re dibêje ew ne di wê baweriyê de ye ku erdlerza îro wergere ser tsûnamiyek li Taylandê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".