Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sosyaldemokratan BDP vexwendin Swêdê

Hat weşandin onsdag 11 april 2012 kl 14.10
Peter Hultqvist - hevpeyvîn (swêdî)
(3:04 min)
Peter Hultqvist, parlamenter û endamê desteya rêvebiriyê ya Sosyaldemokratan. Wêne: Tomas Oneborg/Scanpix

Partiya sosyaldemokrata Swêdê îro bi heyeteke ji Partiya Aşîtî û Demokrasiyê, BDP, re li Stockholmê li hev rûniştin. Heyeta BDP ya bi serokê rêxistina bajarê Wanê Cuneyt Canış û cîgira serokatiya partiyê Meral Danış Beştaş bi endamê desteya rêvebiriya Sosyaldemokratan Peter Hultqvist re li ser hevkariya navbera her dû partiyan axivîn.

Heyeta ku ji aliyê sosyaldemokratan ve hatiye vexwendinê Swêdê her weha bi Navenda Olof Palme re jî hevdîtinan pêk anîn. Cuneyt Canıs û Meral Danış Beştaş dê her weha siyasetvanên sosyaldemokrat yên komîsyona dervey ya parlamentoyê re jî hevdîtin pêk bînin.

Peter Hultqvist ku her weha parlamenter e radighîne ku dê BDP û sosyaldemokratên swêdê di çarçova çend projeyan de hevkariyê bikin, weke mînak di warê rêvebirina şaredariyan de ewê ji tecrûbeyên hev îstîfade bikin.

- Di demekê de ku dewleta tirk bi girtina hezaran kesan hewl dide bingehê BDPê hilweşîne gelekî di cîh de ye ku ew bi vê partiya bira re piştgiriya xwe diyar bikin, dibêje Peter Hultqvist.

*Li hevpeyvîna bi Peter Hultqvist re guhdarî bikin (bi swêdî).

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".