Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Feyda sporê hem dide laş hem jî xwendinê

Hat weşandin onsdag 11 april 2012 kl 14.01
Spor, saxlemî û ders
(5:42 min)
Mirov bi sporê aram dibe, hestî xurt dibin û serê mirov baştir kar dike/ Foto: Henrik Montgomery Gow

Lêkolîneke berfireh ku li başûrê Swêdê hatîye kirin nîşan dide ku spora rojane feydeyeke mezin hem dide dersan hem jî saxlemîya laş. Lêkoler û însîyatîfgir dixwazin ew bibe beşek ji sîstema perwerdê.

-      Çalakîyên rojane yên fizîkî, antreman, spor û tendurustî performansa dibistanê baştir dike, dibêje mamosteya Zanîngeha Malmö Ingegerd Ericsson.

Ingegerd Ericsson yek ji wan lêkoleran e ku 200 zarok ji sinifê yekê heta nihê şopandine. Wê şagirtên ku her roj spor dikirin bi yên ku heftîyê du rojan dikirin re dane ber hev. Ji %96 yên ku her roj spor dikirin dîplema wan têra ketina lîseyê kirîye, lê yên ku heftîyê du rojan spor dikirin ev reqem ji %89 e. Lêkolîn herwiha nîşan dide ku bandora sporê li ser kurikan zêdetir e.

Rasmus Andersson û Elin Leander li dibistana Sundsbro diçin sinifê nihê û di çarçewa proja lêkolînê de wan li dibistanê her roj spor dikirin:

-      Mirov di dersan de sakintir û aramtir dibe, mirov baştir konsentre dibe, dibêje Rasmus Andersson.

Elin Leander jî dibêje:

-      Mirov sakintir dibe û min bêhtir dikarîbû xwe konsentre bikim.

Per Gärdsell ortoped û yek ji însîyatîfgirên projê ye:
-      Ew tiştên ku zarok dibêjin û em bûne şahidê wê nîşan dide ku taqeta mirov bêhtir dibe. Mirov aramtir dibe, konsentre, denge û balansa mirov baştir dibe û bixwezanîna mirov xurttir dibe. Bi ceribandinên din jî em dibînin ku girêdaneke xurt di navbera laşê saxlem û karkirina mêjî de heye, dibêje ortoped Per Gärdsell.

Projeya bi navê Bunkefloproktet di 1999ê de bi hevkarîya dibistana bingehîn, xwendegeha bilind û zanîngehan hate destpêkirin. Berya niha ti caran projeyek ewqas fireh ji bo kifşkirina girêdanên navbera xwendin û sporê de nehatine kirin û ji niha de pênc tezên doktorandîyê li ser mijarê hatine nivîsandin.

Ortoped Per Gärdsell radigihîne ku wan esas bi armanca qayîmkirina hestîyan pêwistî bi projeyeke wiha dîtine. Û encama projê ji vî alî ve jî pir baş e.

Dema lêkoleran li motorîka şagirtan, denge û balansa wan nerîn ji %93ê şagirtên ku her roj spor dikirin motorîka wan baş bû. Ev hejmar ji bo yên din ji %53 e.

Lewra bi dîtina Per Gärdsell ev proje ji bo hemî zarokan, nexasim zarokên ku di nav spora komeleyî de cî nagirin pir girîng e. Û dibistan di vira de dikare rolekî pir mezin bilîze.

-      Ji ber ku bi rîya dibistanê mirov digihîje hemî zarokan ew dibe meydaneke pir girîng ya tendurustîyê. Xalek din ya balkêş ew e ku di piranîya kulturan giringîyek mezin didin dibistanê. Lê di heman demê de hingî zarok hem laşê wan mezin dibe hem jî ji alîyê rabûn û rûniştinê ve form digrin. Eger em bikaribin sporê bikin adetek, yek ji rabûnûrûniştinên xwezayî em jîyana wan dixin garantîyê, dibêje Per Gärdsell.

Ev lêkolîn li herêmek halxweş ya bi navê Bunkeflo li başûrê Swêdê hatîye ceribandin. Bi bawerîya Per Gärdsell eger ew li herêmeke halxerab hatiba ceribandin wî bandora wê ya baş hê bêhtir xuya bikira.

Lewra dibêje Per Gärdsell encama vê lêkolîna berfireh ewqas berbiçav e ku divê êdî mirov li ser bifikire û gavan bavêje da ew bikeve sîstema perwerdê de:

-      Delîlên zanistî di destên me de hene ku nîşan didin bê spor û û motorîk ji bo performansa zarokan çiqasî girîng in. Ewa ku halê hazir heftîyê du rojan zarok sporê dikin xwe nasipêre ti lêkolînên zanistî. Yanî îro em dizanin ku ev pêwistî heye, lê dîsa jî em difikirin ”ma gelo em bikin”. Rast e zanîn heye, lê em zanînê bi kar nayênin.

Sedema vê jî Per Gärdsell wiha îzah dike:

-      Sîstema perwerdê ya îro di sedsala 19an de hatîye danîn. Lê ma hingî çawa bû û îro awayê jîyana mirovan çawa ye? Em îro bêhtir bêliv û tevger in. Ev jî dibe sebeba ku nexweşîyên şekir û qelewîyê zêde dibin. Tevgera fizîkî beşek navendî ye di bîolojîya insanî de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".