Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hikûmet û S naxwazin peyman biçirînin

Hat weşandin onsdag 11 april 2012 kl 15.29
Carl Bildt (M) û Jonas Sjöstedt (V)
(0:41 min)
Danûstendinên bazirganiya eskerî bi Sûûdî re berwendiyek netewî ye, got Carl Bildt. Wêne: Sacnpix

Parlamentoya Swêdê îro li ser daxwaz Partiya Çep fabrîkeya çekan ya li Erebîstana Sûudî nîqaş kir. Hikûmet ji aliyê Carl Bildt ve hat temsîlkirin û di lîsteya axaftvanan de berdevkê siyaseta derve yê sosyaldemokrat Urban Ahlin, berdevka Partiya Kesk Åsa Romson û serokê Partiya Çep Jonas Sjöstedt hebûn.

Carl Bildt got Swêdê tu car tevlî avakirina fabrîkeyeke çekan li Erebîstana Sûudî nebûye, lê got dê wargeheke ji bo tamîrkirina roketên antî-tank li wir bihata avakirin, lê li vir dê çekên nû nehat çêkirin. Carl Bildt di axaftina xwe ya li parlamentoyê de got Erebîstana Sûûdî ji bo berjewendiyên netewî yên Swêdê welatek gelek girîng e.

Urban Ahlin, berdevkê sosyaldemokratan yê siyaseta derve, got Erebîstana Sûûdî welatek diktator yê zulumkar e, û peymana ji sala 2005 ya çekan ya bi wî welatî re zêde bi pêş ve çûye.  Lê Urban Ahlin, tevî vê daxwuyaniya xwe jî sozê neda ku heger ew di hilbijartinên pêş de werin ser hikûm ew ê peyman biçirînin.

- Em sosyaldemokrat alîgirê sanayiyeke xurt ya çekan in, ev ji bo serxwebûna parastina me girîng e. Lê divê berjewendiyên bazirganî nekevin ji hedefên me yên siyasî, got Ahlin.  

Û wezîrê karê derve Carl Bildt di halî hazir de naxwaze tu peymanên bi Erebîstana Sûûdî re biçirîne. Ew dibêje gereke Swêd soz û peymanên dane bicîh bîne.

Serokê Partiya Çep Jonas Sjöstedt firotina çekan ji bo welatên dîktator bi tundî rexne kir û got tevî ku wezîrê parastinê Sten Tolgfors dev ji wezîfa xwe berdaye jî gereke lêpirsîna li ser vê bazirganiya çekan berdewam be.

Sjöstedt helwesta partiya sosyaldemokrat jî weke dûbendiyek nirxand û got "ez nizam in sosyaldemokrat li gel an jî li dijî vê peymanê ne".

Her weha Partiya Kesk û Partiya Gel a Lîberal jî bazirganiya çekan ya bi Erebîstana Sûûdî û welatên dîktator rexne kirin û gotin pêwîst e ji bo welatên ji Swêdê çek dikirin krîtera demokratîkbûnê li qanûnan were zêde kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".