Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rojeke qederê bo karmendên bazirganîyê

Hat weşandin torsdag 12 april 2012 kl 10.20
Wêne: Peter Öberg/SR.

Îro roja biryardanê ye, yan dibe girev yan jî peymanên nû yên miașan bo warê bazirganîyê tên danîn. Ji îro berîya nîvro ve hemû alî bi hev re rûniștine bo șîrovekirina peyamên navberkan.

Yekîtîya karmedên bazirganîyê, sendîkaya Handels di nameyeke ҁapemenî de dinivîsîne ku wan bersiva peyamên navberkan dane. Bersiva wan ҁiye, ne zelal e. Kristina Jogestrand, sekretera ҁapemenîyê li Handels naxwaze tu agahdarî yan rênîșandanan diyar bike ji agahdarîya ku ji alîyê wan ve hatîye belav kirin.

Ew dibêje baștire em xwe ragirin ҁend saetên din bo wergirtina bersiveke zelal. Ji destpêkê ve biryar ew bû ku saet 10:00 bersiveke zelal diyar bibe. Lê dem zêde kișand û wisa diyare ku terefên hene li hev nekirine.

Eger di dawîyê de jî li hev nekin, dê nêzîka 60 000 kermendên warê bazirganîyê ji sibê, înî yê ve girev bikin.

Svensk Handel, bazirganîya swêdî ya xwedanên șirektan di Swêdê de nûnerî dike bi rêya kontoya xwe ya Twitterê radigihînin ku ew dê saet 12 nîvro bi șandeya xwe re rûnên bo ku agahdarî kirina derbarê civîna bi navberkan re. Eger kesek ji alîyên beșdar, sendîkeya karmendên warê bazirganîyê, Handelsya girêdayî LO, konferderasyona sendîkayên karkerên Swêdê yan jî Svensk Handel peyamê qebûl nekin, dê bêguman gireveke mezin ji șeva înê ve li dar bikeve.

Bi tevahî dê 34 firoșgeh û 31 enbar bi dora 6000 karmendî di temamê Swêdê de tevlî girevê bibin. Girveke wisa mezin eger hat û bû dê ziyaneke bi sedan milyon kron rojane ye bo firoșgehan. Komîsyona karkî di komîteya birêvebir ya endustrî û bazirganîya Swêdî de, Svensk Näringsliv biryar dane ku % 100 alîkarîya aborî ya demên nakokîyan bide wan șirketên ziyana girev li wan dibe bo sivikkirina barê wan.

Lê diyare tenê ew șirketên yekser zerara girevê li wan dibe karin vê alîkarîyê werbigirin, yên din li derveyê wê dimînin. Wekî nimûne  dê enbara navendî ya Ica yê alîkarîyê werbirgire, lë li hêla din tu firoșgehên Ica yê alîkarîyê bo wendakirina firotina teslîmkirinên ji wan re ji enbara navendî nehatine, wernagirin. Carl Schartau firoșgeheke Ica li Stockholmê bi rê ve dibe û ew dê alîkarîyê wernegirin.

-Ew dibêje ev dirêj bike dê zerarê li me bike ji aliyê beșê firotina tiștên taze de, wekî cihê goșt, ew yek ji enbarên dê ziyanê li me bike.

Cêgirê berpirsyarê giștî yê Svensk Näringsliv, endustri û bazirganîya swêdî, Christer Ågren dibêje ku girevkirin yekser ne hember firoșgehên Ica yê ne, lê tenê hember enbaran e:

-Bi vî awayî ye. Tenê ew yên yekser zerara girevê li wan dibe xwedan mafê alîkarîya aborî ne.

Dengin ji Svensk Näringsliv bilind bûne bi daxwaza berfirehkirina qayideyan bo wergirtina alîkarîya aborî ya rewșên nakokî. Lê wê demê divê Svensk Näringsliv fona xwe ya alîkarîyê zêde mezin bike û diyar e ev yeka nuha ne aktuel e, li gor Christer Ågren :

-Divê mirov têbigirhêje bê ev bi ҁi wateyê ye, ku em berfireh bikin ta bigihêje wan yên zerara yekser li wan nebûye. Her di wê qonaxê de jî divê em zelal bikin û sînoran deyinin bê kînin yên zerara ne yekser li wan dibe.Ågren dibêje herwekî mirov kevirekî bavêje nav avê û wan xelekên cuda di nav avê dibin, bibîne. Mirov ҁawa sînoran bo vê yekê datîne .

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".