Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rehînegir derketin pêş dadgehê

Hat weşandin torsdag 12 april 2012 kl 14.23
Yek ji wêneyên pîlana revandinê. Belge ji nav delîlên polês hatiye girtin.

Îro li dadgeha despêkî ya Uppsalayê doza li hemberî wan sisê mirovên şika revandina mirovekî ji wan tê kirin destpêkir.

Mirovê hatibû revandin şagirtekî zaningeha Uppsalayê û kurê tucarekî dewlemend yê swêdî bû. Armanca rehînegiran ew bû ku zextê li ser malbatê bikin ku reqemeke mezin pare ji bo bedena kurê xwe bide.

Li gorî rêzkirina sûcdarkirinên dozger Lars Hedvall, yek ji bersûcan, jinek, derman xistiye nav xwarina mirovê hatiye revandin. Piştre herdû bersûcên din wî birine xaniyek li bakûrê Swêdê, Västerbottenê û hefteyek wir girtine. Ji kesê hatiye revandin re gotine ew li Rusyayê ye.

Bi ya dozger revandin bi awayeke gelek pîlankirî û deqiq pêk hatiye û rêbazên bersûcan zalimane bûye.

Zilemakî 26 salî ku nêzî xanî hatibû girtin hevkariyê qebûl dike lê bi rêya parêzerê xwe dibêje rola wî ne ewqas mezin bû.

Lê zilamê din û her weha jin, bi her awayî sûc red dikin. Jinik dibêje wî her dû zilaman berdaye hundirê mala zilamê hatibû revandin, lê wê fam nekiriye ka niyet û armanca wan çi bûye.

Revandina mirovan li Swêdê kêmasî 4 sal cezayê girtîgehê dide.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".