Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sosylademokrat û BDP hevkarîyê xurt dikin

Hat weşandin torsdag 12 april 2012 kl 14.35
BDP û Sosyaldemokrat
(7:14 min)
Cîgira serokên BDP Meral Daniş Beştaş: "Hejmara dozên li hember min ez nizanim çend in" /Foto: Besir Kavak

Du birêvebirên Partîya Aştî û Demokrasîyê BDPê li ser vexwendina Partîya Sosyaldemokrat ya Swêdê û Navenda Olof Palme ev du roj in li Swêdê ne. Heyeta BDPê duh di nav wan de birêvebirên Sosyaldemokrat yên ji desteya birêvebir Sven Erik Österberg û Peter Hultqvist jî di nav de bi gelek siyasetmedarên swêdî re hevdîtin pêk anîn. Heyeta BDPê îro jî dê hevdîtinekê bi sekreterê giştî yê Palmecenter Jens Orback re pêk bîne. Orback serdana heyeta BDPê weke destpêka hevkarîyeke fermî bi nav dike.

- Me Sosyaldemokratan gelek caran BDPyî dîtine, lê ev cara pêşî ye ku hevkarîyeke wiha resmî tê kirin, dibêje Sekreterê Giştî yê Navenda Olof Palme Jens Orback li ser serdana heyeta Partîya Aştî û Demokrasîyê BDPê.

Jens Orback dibêje ew lêdigerin ku însan bikaribin xwe rêxistin bikin û civaka sivîl li Tirkî bê xurtkirin. Lewra ew hewl didin destekê didine ciwan, jin û kêmneteweyan.

-Û ji bo ku em li ser guhertinên destûra bingehîn û parastina kêmneteweyan nêrîna hev bistînin me BDP dawetî Swêdê kirîye, dibêje sekreterê giştî yê Palmecenter Jens Orback.

Li ser navê Partîya Aştî û Demokrasîyê BDPê cîgira serokên partîyê Meral Daniş Beştaş û serokê BDPê yê bajarê Wanê Cuneyt Caniş hatine Swêdê. Meral Daniş Beştaş dîyar dike ku wan di vê serdana xwe de xwestine ji nêz ve li destûra Swêdê binerin.

Di heyeta BDPê ya ku hatîyê serdana Swêdê de serokê BDPê yê Wanê Cuneyt Caniş jî cî digre. Wek tê zanîn par erdhejeke mezin li Wanê dabû û loma dibêje Caniş îsal zivistaneke dijwar derbas kir. Herçend armanca serdana Caniş ne erdheja Wanê jî ye ew balê dikişîne ser bûyerê û girîngîya alîkarîya ku ji Swêdê çûbû. Caniş radigihîne ku alîkarîyê ji Swêdê gihîştîye xelkên bajêr.

Heçî Sosyaldemokratên Swêdê ne danûstandina wan carê jî bi partîyên li bakurê Kurdistanê wekî Hadep û Dehapê re hebûn û ev kevneşopî vêga jî berdewam e û ji mêj de bi BDPê re têkilî hene. Di Sosyalîst Internasyonal de nûnerên herdu partîyan pir caran hev dibînin û berya niha jî gelek hevdîtin di navbera birêvebirên van partîyan de hatine kirin. Bi serdana heyeta BDPê ya niha jî xuya ye têkilî dê hîn xurttir bibin. Vêce gelo ti pilanên BDPê hene ku li Swêdê buroyekê veke?

Nexêr, dibêje Daniş. Vekirina tu buroyên BDPê halê hazir di rojevê de nînin. Lê wekî din bendewarîyên BDPê ji Sosyaldemokratan hene ku di warê dîplomasîyê de dengê wan bigihîne der. Û li vira nûnera BDPê Meral Daniş rexneyan li sîyaseta derve ya Swêdê dike. Bi nerîna wê Tirkî ew piştgirîya ku Swêd û Ewrûpa dide heq nake.

Raporên girêdayî mijarê



Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".