Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hikûmet bisfenol A qedexe dike

Hat weşandin torsdag 12 april 2012 kl 14.37
Wêne: Hasse Holmberg/Scanpix

Hikûmeta Swêdê îro biryar da ku bikaranîna madeya bisfenol A ya di qapaxên qutiyên xwarina zarokan de qedexe bike. Madeya bisfenol A zerarê dide hormonan û bi vî re pêşkeftina zarokan jî. Bisfenol A madeyeke kîmyewî ya plastîkî ye û ji bilî ku gelekî bi-jahr e û dibe sedema çêbûna nexweşiya kanserê ew her weha tesîrek nebaş li ser çêkirina zarokan jî dibe.

Lê rexnegir dibêjin bisfenol A ne tenê di qutiyên xwarinen zarokan de were qedexekirin lê her weha di qutiyên xwarinên ji bo mezinan de jî. Ji ber ku zarok di demeke gelekî mêj de dest bi xwarina mezinan jî dikin.

Yek ji wan ên ku vê rexneyê dike ekotoksîkolog Monica Lind e ku li Zaningeha Upsalayê weke doçenta tiba jîngehî kar dike

Hikûmetê di biryara xwe ya îro de her weha wezîfe da Mifetîşiya madeyên kîmyewî jî ku di nav dido salên pêş me de li ser tespîtkirina madeya bisfenol A’yê ya di hacet û alavên de jî lêkolînek bike.

Lê Şîrketên xwarinê difiroşin, naxwazin bisfenol A bi temamî were qedexekirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".