Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Palmecenter - pira navbera S û BDP

Hat weşandin fredag 13 april 2012 kl 15.58
Palmecenter
(5:12 min)
1 av 2
Xebatên Palmecenter li 40 welatan hene. Yek ji wan Tirkî ye.
Helin Sahin /Foto: Besir Kavak
2 av 2
Helin Sahin /Foto: Besir Kavak

Heyeta BDPê ku li ser vexwendina Sosyaldemokratan û Navenda Olof Palme hatibûn Swêdê îro dawî li hevdîtinên xwe tînin. Derbarê serdanê de duh me raporek weşandibû. Hevkarîya bi BDP re ku vêga formekî fermî distîne encama bernameyeke berfireh ya Palmecenter e. Ji bo birêvebirina karê li Tirkî ev du sal in Palmecenter xebatkareke xwe li Stenbolê bi cî kiriye. Nûnera Palmecenter li Tirkî Hêlîn Şahîn behs dike bê hevkarîya bi BDPê re çawa dest pê kir?

Rapora derbarê serdana BDPê de:

- Li wan welatên ku xebata me lê heye Navenda Palme li ser sê stûnan karê xwe bi rê ve dibe. Em bi civaka sivîl re kar dikin, hevkarîya me bi rêxistinên karker û sendîqeyan re heye û hevkarîyeke piştgirîya bi partîyan re heye. Hevkarîya piştgirîya partîyan li Tirkî nû dest pê kirîye. Di vê çarcevê de em hevkarîyê bi partîyên destûbirayên Sosyaldemokratan re dikin û BDP yek ji van e, dibêje berpirsa Palmecenter li Tirkî Hêlîn Şahin.

Û armanca hevkarîyê pêşdebirina danûstandinê, parvekirina tecrûbeyan e. Weke gava yekemîn BDPê ji Palmecenter daxwaza zanînên li ser destûra bingehîn kirîye. 

Ji 2006ê ve xebatên Palmecenter li Tirkî hene û ev du sal in ku navendê Hêlîn Şahin weke nûnera xwe şandine wira.  Şahin ku bi xwe ji Dêrsimê ye ji bo birêvebirina kar ji Swêdê vegerîyaye Stenbolê.

Sekreterê giştî yê Palmecenter Jens Orback  eşkere dike ku karê li Tirkî beşek ji bernameyeke firehtir e:

- Bernameyeke meztir ya bi navê ”li ber derîyê YE” heye. Di çarçeva bernamê de em destekê didine rêxistinên welatên ku serî li endamtîya YE dane, wekî mînak rojhilatê Balkan û Tirkî.

Jens Orback eşkere dike ku salê derdorê bîst projeyên wan li Tirkî hene. Ji bo birêvebirina projeyan budçeya Palmecenter ku li Tirkî xerc dike salê deh milyon kron in. Û navend giranîyê dide ser piştgirîya civaka sivîl:

- Em hewl didin destekê bidin da ku ciwan, jin û kêmayî bikaribin xwe rêxistinî bikin. Haya wan ji nîqaş û danûstandinên li YE yên ku ji bo endamtîyeke muhtemel tên kirin çêbibe, dibêje sekreterê giştî yê Palmecenter Jens Orback.

Di nav beşê kêmayîyan de ku Orback behs dike hem kêmayîyên netewî wekî kurdan hem jî kêmayîyên olî, mezhebî û cinsî hene. Û ji bo ku xwe bigihînin van beşên civakê Palmecenter li Stenbolê bi rêxistin û kesên cihêreng re wekî kurd, elawî û HBT ango kesên ku cinsîya wan cudaye re hevkarîyê dike, dibêje Hêlin Şahin.

Di nav komele û dezgehên ku Palmecenter li seranserê Tirkî di nav van salên dawî de bi wan re hevkarî kirîye Rêxistina Mafê Mirovan, TESEV, Kitêbxaneya Astrid Lindgren li Diyarberkirê  û Zanîngeha Bilgi hene.

Heta niha Palmecenter li Tirkî bi ti partîyan re hevkarîya resmî nekirîye. Lê niha bi dawetkirin BDPê ew dest bi hevkarîyeke bi partîyên destûbirayên Sosyaldemokratan re jî dikin. Partîyên ku wekî destûbira têne hesêbê partîyên çep û endamên Sosyalîst Internasyonal in. Hêjayî gotinê ye ku ji bilî BDPê partîyeke din ku li Tirkî destûbirayê Sosyaldemokratan e CHP ye.

Hevkarî ji bo Palmecenter girîng e, ji bo ku bi vî awayî em dîmenê partîyan derbarê Tirkî de dibînin û rewşa mafê mirovan baştir fêm bikin dibêje Hêlîn Şahîn û dîyar dike ku daxwaza wan berdewamîya vê hevkarîyê ye.

Fråga

Palmecenter

Navenda Palme rêxistina Sosyaldemokratan e ku bi mebesta peydakirina raya giştî di qada navnetewî de xebatan dike.
Palmecenter di 1992ê de hate avakirin. Bi giştî li 40 welatan salê derdorê 370 projeyî bi rê ve dibe. Li Tirkî salê derdorê 20 projeyên wan hene.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".