Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Borg butçeyek bi dîqet pêşkêş kir

Hat weşandin måndag 16 april 2012 kl 10.28
Aboriya Swedê bi krîza ewrûpî tê ceribandin
(5:29 min)
Wezîrê darayî Anders Borg. Wêne: Lars Krabbe/Scanpix

Bidîqetbûn û nemusrifî mora xwe li pêşniyaznama butçeya buharê ya hikûmetê da ku îro ji aliyê wezîrê darayî Anders Borg ve hat pêşkêş kirin. Mezinbûna aborî ya Swêdê îsal dadikeve sedî 0,4 û jimara bêkaran jî dê vê payîza pêş me hinek zêde bibe. Jêkêmiya butçeya dewletê dê navbera 13-14 milyar kron be. Sala çûyî jêzêdeyîyek 60 milyar kronî hebû.

Anders Borg dibêje gereke Swêd bi-dîqet tevgere û giraniya xwe bide ser reformên mezin yên pêşxistina avahiya bingehîn (infrastruktur) û perwerdekariyê. Sedemê vê jî bê-îstîkrariya aborî ya li herêma euroyê, ya wekî li Îspanya û Portekîzê ye.

Ji ber vê yekê Anders Borg dixwaze li beramberî krîzeke mezin ya aborî haziriya Swêdê xurt bike. Heger vê bûhar û havînê îstîkrarek aborî çê bibe wê demê ewê giraniyê bidin ser reformên avahiya bingehîn, û bi vî re Swêdê bi reformên nû ji nav krîzê derxînin, dibêje Anders Borg.

Mezinbûna aborî ya Swêdê îsal dadikeve sedî 0,4 û jimara bêkaran jî dê vê payîza pêş me hinek zêde bibe.

Jêkêmiya butçeya dewletê dê navbera 13-14 milyar kron be. Sala çûyî jêzêdeyek 60 milyar kronên hebû.

Bi ya Anders Borg di butçeyê de ji bo kêmkirinên nû yên baca hatiniyê jî tune ye.

Lê wêneya aboriya Swêdê di sala 2013’an de bêtir ronî xuya dike, bi ya Anders Borg û hikûmetê. Mezinbûna aborî careke din zêde dibe û dê bigihe ji sedî 3 salane û jimara bêkaran jî kêmtir dibe.

Hem partiyên muxalefetê û hem jî aborîzanên serbixwe rexneyên giran li hikûmetê digirin ji ber ku ew di vê kêliya niha de ku deynkirina pareyan, ji bo aboriyeke xurt ya wekî Swêdê, herzan e, ka ew çima ji niha ve giraniyê nade ser sermayerazandinan, weke di sektora avahiya bingehîn de, wekî mînak avakirina rêyên nû yên hesinî.

Robert Bergqvist li bankeya SEB şefê aboriyê ye. 

- Bi ya min derfeteke gelek şahane ya Swêdê heye ku bi gavên mezin bi pêş ve biçe. Ez 10-15 sal pêş ve difikirin. Gereke em vê kêliyê baş bikar bînin, pare bi herzanî deyn bikin û ji bo pêşerojê sermaye razînin. Welatê me ne li navenda Ewrûpa û ne jî li navenda cîhanê ye. Sanayî û Endustriya Swêdê parayeke mezin ji bo ragihandiniyê serf dike. Li gelek deveran rewşa ragihandiniyê gelekî xerab e û pêwîstî bi tamîrkarî û nû-avakariyê heye, dibêje Robert Bergqvist.

Gelek aborîzan dibêjin aboriya Swêdê xurt e û Swêd dikare di qada navnetewî de bi herzanîn deyn wergire. Rast e jêkêmiyeke Swêdê ya 13-14 milyar kron heye, ku ev deynê dewletê hineke din zêde dike, lê ev kelemeke nîn e, bi ya Harry Flam, profesorê aboriya navnetewî li Zaningeha Stockholmê:

- Na, deyneke 13-14 milyar kronî, yanî jêkêmiyeke ji sedî 0.3 qetîyen kelemek nîn e, û ev jêkêmiyek jî nîn e, dibêje Harry Flam. Ji bo mirov di konjuktureke wuha de di butçeyê de mêzînek çê bike pêdivî bi jêkêmiyeke mezintir heye, dibêje Flam.

Her weha ji sendîkayên Swêdê jî rexne li butçeya nu ya hikûmetê tê girtin. Sendîka Metall hikûmetê bi pasîvtiyê sûcdar dike û dibêje di butçeyê de ji bo teşwîq û peydakirina karên nû tu siyaseteke xebatê nîn e.

Sendîka karmendan TCO jî radighîne ku wan dixwestin di butçeya hikûmetê de gavên ji bo pêşxistina perwerdeya ji bo kar bibînin. Lê sendîka akademisyenan SACO pesnê ji butçeya hikûmetê gelekî razî ye, lê daw dike ku ew baca ji sedï 5 ya ji kesên bi hatina bilind ya aborî tê wergirtin were rakirin.

Lê wezîrê darayî Anders Borg di helwesta xwe de i israr e û dibêje ewê ewil bihêlin aboriya Swêdê li beramberî krîza aborî ya Ewrûpayê xwe biceribîne û pişt re giraniya xwe bidin tedbîr û reformên ji bo avahiya bingehîn. 

Hikûmet dixwaze wan pêşniyazên xwe yên hinek tûj bihêle ji payîzê re… Di butçeyê ya buharê de tê pêşniyazkirin ku ji bo teşwîqkirina bazara xaniyan gereke kirêdana xaniyê xwe (bostadsrätt)  hêsantir be û baca avahiyê ya xaniyên kirê jî were kêmkirin.

Derfeta ji bo reformên nû ji bo sala pêş gelekî sînorkiriye e, bi ya Anders Borg. Li gorî hesabên hikûmetê jêzêdeyîyeke 13 milyar kronî ji bo sala 2013’an tê hêvîkirin.

Ji berê ve soz ji bo teqawidbûyîyan hatiye dayîn ku dê baca wan di sala 2013-2014’an de were kêmkirin. Bi ya Anders Borg kêmkirina baca wan, dê berya kêkirineke pêncemîn ya baca ji hatina kar ya xebatkaran were kirin.

Di pêşniyaznama butçeya buharê de hikûmet dixwaze giraniyek jî bide ser biyaniyên nû hatine Swêdê û rewşa wan baştir bike. Ji bo vê dê payîza pêş me cihên pratîkê werine zêdekirin û perwerda zimanê swêdî ji bo kesên piştî destpêkirina dibistanê hatine Swêdê were xurtkirin.

 PÊŞNIYAZNAMA BUTÇEYÊ YA BUHARÊ (Vårpropositionen)

Pêşniyaznama butçeyê ya buharê bêtir giranî dide ser xuyakirina siyaseta aborî û fînansê. Ev her weha sererastkirin û hîn guhertinên butça nava salê ye. Pêşniyaznama bûtçeyê ya payîzê jî xuyakirina hatiniyên dewletê û beşkirina pareyan ji bo sektorên cûda yê civakê û dewletê ye.

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".