Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Li Malmöyê sisê kes bi şika mêrkujiyê girtin

Hat weşandin måndag 16 april 2012 kl 15.04

Sisê kesên ku ji wan şik tê kirin şeva serê salê li taxa Rosengården a Malmöyê xortekî 15 salî kuştine hatin girtin. Her sisê kes jî berê îfade dabûn polês. Li gorî daxuyaniyeke çapemeniyê ji polêsê Malmöyê her sisê mirov jî bi şikek xurt, ji ber mêrkujiyê yan jî alîkariya kuştinê hatine girtin.

Xortê 15 salî, wexta hat kuştin, di demeke kurt de di rêzê de mirovê çarem bû ku li Malmöyê hatibûn kuştin. Piştre dido kesên din jî li Malmöyê hatibûn kuştin.

Di destpêkê de ji bo polês gelekî zehmet bû şahid peyda bikin, tevî ku şeva sersalê bû û gelek kes li derva, li cihê bûyerê bûn.

Piştî van kuştinên ku tê bawerkirin şerekî nav çeteyan de bû li Malmöyê çend xwepêşandanên mezin yên li dijî şidetê hatibûn li darxistin, yek ji ya herî mezin di merasima rakirina cenazeyê xortê 15 salî de bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".