Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Meraqa Stockholmiyan ya xwendina bilind

Hat weşandin måndag 16 april 2012 kl 15.06

Daxwaz şagirtên sala dawî ya lîseyê ya ji bo di nav sisê salan de dest bi xwendina bilind û zaningehê bikin herî zêde li wîlayeta Stockholmê heye. Li Stockholmê ji sedî 72yê keçan û sedî 65ê xortan pîlan dikin serî li xwendna bilind bidin.

Daxwaza herî nizim ya xwendina bilind li bakûrê Swêdê, li Jämtlandê, heye. Li wir tenê nîvê keçan û ji sisiyan yekê xortan dixwazin dest bi zaningehê bikin, li gorî lêkolîneke Bûroya îstatîstîkan ya navendî (SCB). Bi navcîniya welêt nîşan dide ku ji sedî 65ê jinan û tenê ji sedî 49ê zilaman dixwazin xwendina bilind bikin.

Yek ji sedemên asayî ya ne-xwendina li dibistana bilind û zaningehê westandina ji xwendinê û daxwaza destpêkirina kar e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".