Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Alîkariya kesên bêkaxiz têk çû

Hat weşandin tisdag 17 april 2012 kl 11.58
Rexnegir dibêjin sendîka ne samîmî ne. Wêne: Alex Brandon/Scanpix

Projeyên çend sendîkayan yên ji bo alîkariya kesên bê destûr li Swêdê kar dikin û ji aliyê karbidestan ve têne îstîsmarkirin têk çûne. Li gorî texmînên sendîkayan li Swêdê navbera 30-50 hezar kes bê-kaxiz kar dikin û tu mafek wan yê hiqûqî tune ye. Sisê sal û nîv berê Sendîkayan navendeke alîkariyê saz kirin, lê hetanî niha kêm kes serî li wan da ye. Û sendîka tenê di 30 bûyerên cûda de karîbûye mudaxil be.

Sten Erik Johansson ku li sendîka xebatkarên xaniyan de kar kiriye di wê baweriyê de ye ku kêmasî nîvê wan kesên li Swêdê bê destûr kar dikin têne xapandin û îstîsmarkirin.

Lê Komela kesên bê kaxiz rexneyên giran li sendîkayan bixwe digire. Bi ya wî li cem sendîkayan tu daxwaziyek samîmî tuneye ku alîkariya kesên bêkaxiz bike. Yasîn Asmanî yek ji sazûmankarên komelê ye.

Ji ber vê yekê Komeleya kesên bê-kaxiz hevkariya bi sendîkayan re piştî çend salan bi dawî kire.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".