Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bang ji bo kurdên di greva birçîbûnê de

Hat weşandin tisdag 17 april 2012 kl 14.46
Peter Hultqvist, parlamenter û endamê desteya rêvebiriyê ya Sosyaldemokratan. Wêne: Tomas Oneborg/Scanpix

Peter Hultqvist, endamê desteya revebiriyê ya Partiya Sosyaldemokrat di bangekê de ji bo Konseya Ewrûpayê daxwaza berdana siyasetvanên girtî yên kurd yên li Tirkiyê dike.

Peter Hultqvist ku her weha serokê komîsyona parastinê ya parlamentoya Swêdê ye jî, di nameyek de ji bo serokê Konseya Ewrûpayê Torbjörn Jagland balê dikşîne ser wê greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî yên kurd ev 47 roj in didomînin. Hultqvist dibêje zindankirina siyasetvanên hilbijartî yên kurd mafên azadî û demokrasiyê yên di destûra Neteweyên Yekbûyî de hatine xuyakirin, binpê dike.

Peter Hultqvist bang li Torbjörn Jagland dike ku weke Sekreterê Gîştî yê Konseya Ewrûpayê însiyatîfa daxuyaniyek fermî bigire û di wir de ji Tirkiyê daxwaz bike ku rêz li mafên gelê kurd bigire, hemû girtiyên siyasî serbest berde û piştgirî bide hemû hewlên ji bo çareseriyeke aşîtiyane.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".