Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bêkarî zêde dibe

Hat weşandin tisdag 17 april 2012 kl 15.46
Aborî û bêkarî
(8:53 min)
Li gor berya salekê 8000 bêhtir bêkar in/ Foto: Scanpix

Di dawîya miha adarê de nêzîkê 400 hezar ango ji %8,5 miletê li Swêdê bêkar bûn. Duh herwiha hikûmetê pêşniyaznameya budça biharê eşkere kir û cara yekê wezîrê aborîyê Anders Borg û berdevka pirsên aborîyê ya partîya Sosyaldemokratan Magdalena Andersson di bernameya Rapport ya Televizyona Swêdê de hatin beramber hev.

Wezîrê aborîyê Anders Borg pêşnîyaznameya hikûmetê ya ku duh hat pêşkêşkirin parast û got: ”Nexşerêya kar baş xebitîye. Me ji piranîya welatan baştir kirîz derbas kirîye û kar îro bêhtir heye. ”

Lê Magdalena Andersson ji Sosyaldemokratan pêşnîyaznameya budça hikûmetê weke katelogeke lêhûrnerînê bi nav kir:

- Ez matmayî mam ku hikûmetê budçeyek ewqas sivik pêşkêş kir. Ji dêla ku çareserîyan bihewîne nav xwe ew bêhtir dişibe katelogeke lêhûrnerînê û rapora çalakîyan.

Magdalena Andersson got:
- Rast e, eger mirov bi welatên di nav kaosa aborî yên wekî Yûnanîstan, Îtalya, Portekîz û Spanya re bide ber hev Swêd serkeftî ye, lê eger em li dewletên nêzîkê xwe binerin hejmara bêkaran li Almanya, Awusturya, Hollenda, Swîsre ji Swêdê kêmtir e.

Li hember rexneyên nûnera Magdalena Andersson, Anders Borg xwest Sosyaldemokrat alternatîva xwe eşkere bikin.

- Magdalena Andersson lê digere ku bi Partîya Jîngehê Miljöpartî û Partîya Çep Vänsterpartiet re wezîfê bigre ser xwe da ku Swêdê bi rê ve bibe. Wê demê heqê min e ez bipirsim bê ewê zikatê bi çiqasî bilind bikin. Zikata benzîn û milk di hikûmeteke bi van partîyan re wê çiqasî bilind bibe.

Borg bi berdewamî got: Divê ev bê eşkere û zelalkirin. Ev ne sendîqe ne ku mirov li pişt derîyên girtî peymanan girê bide. Di siyasetê de wiha nabe. Divê rapor bê dayîn da ku em bikaribin li alternatîva binêrin.

Nûnera Sosyaldemokratan Andersson daxwazên wezîrê aborîyê weke reva ji berpirsîyarîyê binavkir û got:

- Tu dixwazî rewşa piştî du sal û nîvan bizanibî. Lê budça îro te bi xwe pêşkêş kirî ye. Problema me îro û niha ye û tu wezîrê aborîyê yî.

Belê berdevka pirsên aborîyê ya Sosyaldemokratan Magdalena Andersson di gotûbêja bi wezîrê aborîyê Anders Borg re dibêje « Hejmara ciwanên bêkar ji %25 e û 70 hezar kes ev zêdeyî du salan e li kar digerin ».

Ji bilî ciwanan beşek din ku di nav wan de bêkarî pir bilind e kesên ku nû hatine Swêdê ne. Mahmud Nozhatzadeh li Daîreya Kar (Arbetsförmedlingen) ji bo peydakirina kar ji kesên nûhatî re dixebite. Derbarê xebata Arbetsförmedlingen ji bo vê grûbê me hevpeyvînek pê re kir.

Nozhatzadeh sedema hejmara bilind ya nûhatîyên bêkar bi reqabeta heyî ve girê dide.

Di rapora dengî de li hevpeyvînê guhdarî bike!

Fråga
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".