Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Qezenca ji dîktatoran tê rexnekirin

Hat weşandin onsdag 18 april 2012 kl 10.29
Buroyên îstixbaratan li avahiyên Telia Sonerayê
(5:00 min)
Hikûmeta swêdî ji Telia Sonera daxwaz dike ku rêzgirtina mafên mirovan bike nirxeke bingehîn.

Şîrketa telefonê ya swêdî, Telia Sonera, di hevkariya xwe ya bazirganî de ya bi welatên dîktator re pareyên mezin qezenc dike. Lê ji bo ku şîrketa Teliayê karibe wan peymanên giranbuha yên sîstema telefonî bidest bîne gereke bi teşkîlatên îstîxbaratê yên van welatan re hevkariyê bike.

Dewleta Swêdê yek ji xwediyên sereke yê Teliayê ye û serokwezîr Fredrik Reinfeldt dibêje ewê niha bi Telia Sonera re guftugoh bikin ku ew rêzgirtina mafên mirovan di karên xwe yê bazirganiyê de bike nirxeke bingehîn.

Di bernama vê êvarê ya Uppdrag granskning ya televizyona Swêdê de bazirganîya şîrketa telefonê ya swêdî Telia ya bi welatên dîktator tê aşkerekirin. Ji bo wergirtina peymanên giranbiha şîrketa Telia ku her weha dewleta Swêdê jî şîrikê wê ye, rê dide teşkîlatên îstîxbarata van welatan ku sîstema wê ya telefonî ji bo guhdarîkirina muxalifên siyasî bike.

Weke mînak li Azerbeycan, Rûsya Spî û Uzbekîstanê sîstemeke bi navê Sorm hatiye bicîhkirin ku dihêle meqamên îstîxbarî li ser xetên telefonî kontrola xwe saz bikin.

Di saya sîstema Sorm de teşkîlatên îstîxbaratê yên van welatan dikarin guhdariya axaftin, data û SMS’en aboneyên xwe bikin. Ji ber vê yekê li gelek kesên muxalif hatiye guhdarîkirin û ew hatine zindankirin.

Erik Ström li Zaningeha Teknîkî ya Chalmersê li Göteborgê profesorê sîstema ragihandinî ye. Bi ya wî ne karekî zehmet e ku mirov bi rêya xetên mobîltelefonê cihê aboneyan tespît bike û li wan guhdarî bike.

- Ev ji aliyê teknîkî ve her tim mimkûn e. Di halê normal de sînyalën ji telefonên mobil ya ji bo îstasyonên baz tên şîfrekirin. Ji ber vê yekê zehmet e mirov bi guhdarîkirina pêlên radyoyî li axaftinên telefonan guhdarî bike. Lê di hundirê sîstemê bi xwe de ew şifreyên sînyalê zelal dibin û wê demê mirov dikare bi li wan guhdarî bike, dibêje Profesor Erik Ström.

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Amnesty International gelekî rexnegir e û daxwaz dike ku heger Telia Sonera ji van dewletan xerentiya rêzgirtina mafên mirovan negire pêwîst e dawî li xebata xwe ya li van welatan bîne. Seroka Amnestyê Lise Berg dibêje Telia îro dizane ku ew hevkariya zordestiyê dike.

Welatên wekî Uzbekîstan, Kazakîstan, Tadzcikistan, Azerbeycan, Gurcistan och Rûsyaya Spî xwedî rejimên otorîter in, û li van hemû welatan Telia Sonera bi rêya dotşîrketek çalak e. Ew dotşîrket jî şîrketa herî mezin ya telefonên mobîl ya Tirkiyê Turkcell e. Telia Sonera yek ji xwediyên herî mezin yê Turkcellê ye û dewleta Swêdê jî şîrkek mezin ya Telia Sonerayê ye.

Telia Sonera bi rêya Turkcellê bûye mekanîzmaya kontrollkirinê ya herî mezin ya van rejimên dîktator.

Bi rêya sîstema teknîkî Sorm rejim dikarin li hemû muxalifên xwe guhdarî bikin. Dîmîtrî yê ku li Rûsyaya Spî çalakvanekî sendîkayê ye ji bernama Uppdrag Granskning re dibêje, ne zehmet e ez encam bibînim.

- Ez telefonê hevalek xwe dikim û yekser piştre ez di radyoya poles de reaksiyonek di vê derbarî de dibîhîsim. Yanî ew bi awayeke gelek efektîf kar dikin, dibêje Dîmîtrî.

Telia Sonera hevkariya xwe ya bi rejimên dîktator ewqas bi pêş ve biriye ku li çend welatan teşkîlatên îstîxbaratê li hundirê avahiya şîrketên Teliayê bi armanca kontroleke yekser buro vekirine.

Thomas Jönsson, şefê danûstendina bi derve re li Telia Soner dibêje hetanî ku Neteweyên Yekbûyî yan jî Yekîtiya Ewrûpayê li hemberî welatan kiryar ferz neke  şîrketa wan dikare bi wan re bazirganiyê bike. Jönsson dibêje Telia mecbûr e ku li gorî qanûn, şert û qîdeyên wan welatan tevgere.

 - Teşkîlatên îstîxbaratê yên hemû welatên cîhanê xwedî wî mafî ne ku, bi armanca pêşîlêgirtin û têkoşîna li dijî tewanan, danûnstendinên bi rêya telefonê kontroll bikin. Ev tişt li hemû welatan dibe, her weha li Swêdê jî. Ji ber vê em neçar in li gorî wan qanûnên heyî tevgerin, dibêje Thomas Jönsson li Telia Sonerayê.

Lê hem li Swêdê û hem jî li gelek welatên din pêwîst e ji bo guhdarîkirina telefonê biryarek ji dadgehê hebe. Lê ev tişt li wan welatên dîktator ku Telia lê kar tune ye.

Dewleta Swêdê xwediyê sedî 37ê şîrketa Telia Sonera ye. Lê wezîrê berpirsiyar Peter Norman naxwaze di derbarê bazirganiya şîrketê ya li Asya Navîn de bi axive.

Lê serokwezîr Fredrik Reinfeldt îro da zanîn ku wî Peter Norman wezîfedar kiriye ku bi Telia Sonera re guftugoh bike ku ew rêza ji bo mafên mirovan bikin nirxeke bingehîn.

Xwediyeke din yê Telia Sonera şîrketa sîgortayê Folksam e. Wan demek berê di kongreyên şîrketê de di derbarê rewşa mafên mirovan de hîn pirsan kiribûn. Carina Lundberg Markow ku li folksamê şefa pirsên şîrikatiyê ye gelek rexne gir e.

- Heger ev hevkarî ewqas bi pêş ketiye ku mirov li avahiya şîrketê ode dide teşkîlata îstîxbaratê wê demê ji sînorek hatiye derbas kirin, dibêje Markow.

Folksam, ji ber vê yekê daxwaz dike ku Telia Sonera prensîbên helwestî wergire, her weha li dotşîrketên wekî Turkcellê jî. 

- Gereke şefafiyetek hebe. Gereke mirov hem ji muşterî û hem jî hîssedarên wekî me re bi awayeke zelal bibêje ku sîstema me ya telefonî li van welatan dikare bi armanca kontrolkirina hemwelatî û aboneyan were bikaranîn, dibêje Carina Lundberg Markow.

Ji vir sisê sal berê aşkera bûbû ku dotşîrketa Telia Sonerayê Turkcell bi wan generalên ji ber skandala Ergenekonê li Tirkiyê tên darazandin re hevkariyê kirine.

Bandeke dengan nîşan da bû ka midûrê gîştî yê Turkcellê Mehmet Karamehmet çawa ji aliyê generalek ve tê pesinkirin ji ber ku wî hêştiye îstixbarata eskerî ya tirk bi rêya Turkcelê li muxalifên siyasî guhdarî bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".