Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Karin Enström (M) wezîra nû ya parastinê

Hat weşandin onsdag 18 april 2012 kl 10.11
Karin Enström bi xwe di ordiya Swêdê de serbazî kiriye. Wêne: Ulf Palm/Scanpix

Karin Enström, endama parlemanê ya partiya muhafezekaran, wezîra nû ya parastinê ye. Ev yek îro berî nîvroyê ji aliyê serokwezîr Fredrik Reinfeldt ve li konferansek çapemeniyê hat diyarkirin. Karin Enström 46 salî ye, seroka komîsyona parlemanê ya karûbarên derve ye û bi pîșeyê xwe kaptana hêzên deryayî ye. Enströn li konferansa çapemeniyê da zanîn ku ew dê tecrûbeyên xwe yên ji hêza parastinê û siyaseta karûbarên derve û ewlekariyê bi xwe re derbasî vê rola xwe ya nû bike.

- Niha wezîfeya min, berdewam pêșxistina parastinê û reformên me dane destpêkirin e, da parastina me heta mimkun baș û bitesîr be, Karin Enström dibêje.   

Enström dikeve șûna wezîrê parastinê yê berê Sten Tolgfors yê ku berî bi sê hefteyan îstîfa kir piștî rexneyên tûj ji ber bazirganiya çekî bi Erebîstana Siûdî re.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".