Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Banka navendî fayîza repoyê naguhere

Hat weşandin onsdag 18 april 2012 kl 10.52
Foto: Scanpix

Banka navendî fayîza xwe ya herî girîng ya biliv, fayîza repoyê neguhert û li %1,5 hișt. Di meha sibatê de banka navendî ev fayîza repoyê daxistibû û li bendê bû ku berdewam daxîne. Niha ev bendewarî guheriye û li hêviyê ye ku konjunktura cîhanê sala 2013 baștir bibe. Wê demê dê banka navendî fayîzê bilind bike. Banka navendî biryar daye ku fayîz heta salek din jî li %1,5 bimîne.

Di butçeya buharê ya ku Anders Borg doh dușemê pêșkêș kir de texmîn dibû ku banka navendî dawiya vê salê fayîza repoyê daxîne %1,0 û wisa aboriyê geș bike.

Lê pirs ew e gelo di rewșa îro de bi mezinbûnek kêm ya aborî û bêkariyek ku her diçe zêde dibe, pêwistî bi nizmkirina fayîzê nîn bû?

Li gorî șef-analîzkarê SEB Robert Bergqvist, fayîza %1,5 têra xwe kêm e û biryara banka navendî ya hiștina fayîza biliv li %1,5’ê di cîh de ye.    

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".