Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Radyo û TV dê bi bac werin xwedîkirin

Hat weşandin onsdag 18 april 2012 kl 14.42

Lîsansa televizyonê tê betalkirin. Saziyên Publik Service yên wekî SVT û Radyoya Swêdê, dê êdî bi rêya bac were fînanse kirin. Bi vî re Daîreya Radiotjänst ku pareyê lîsansê berhev dike û cihê wê li bajarê Kiruna ya bakûrê Swêdê ye dê were girtin.

Vê yekê kovara Resumé radigîne ku diyar dike ku yek ji lêkolînerên pirsê dê di vî derbarî de pêşniyazek deyne.

Pariya Çep û ya Kesk li dijî fïnansekirina bi bac in, lê Sosyaldemokrat û partiyên burjuwa di vî derbarî de yekfikir in.

Li gorî pêşniyazê dê baca publik service dê di beyannama bacê de, her wekî xerca binaxkirinê, weke cetweleke cûda cîh bigire. Yanî baca publik service dê bi awayeke taybetî were xuyakirin û baca tê berhev kirin dê tenê ji bo armancê were serfkirin.

Li kêleka piraniya partiyên siyasî her weha şefê stretejiyê yê SVT Jocke Norberg jî xêrhatina çareseriya nû ya fînanskirinê dike. Bi ya Norberg dê ev çareseriya nû ”demdirêj, efektî be û bêalîtiya me a li beramberî siyasetvanan biparêze”.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".