Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Nîvê dibistanan xwarina bê feyde didin

Hat weşandin torsdag 19 april 2012 kl 10.58
Vîtamîn û mîneralên pêwîst di xwarina dibistanê de kêm in
(5:43 min)
Vîtamîna D di xwarina dibistanê de kêm e. Wêne: Invar Karmhed/Scanpix

Yek ji dido dibistanên Swêde şerta xwarina bi feyde bidin zarokan bicîh naynin. Tevî tewsiyeya ku divê ji şagirtan re dido alternatîfên xwarinên cûda û alternatîfek goştnexwûr pêşkêş bikin, nêzî nîvê dibistanan tenê xwarinek pêşkêş dikin. Daîreya tiştên xwarinê ya gîştî (Livsmedelsverket) gelek xemgîn e ku ewqas kêm dibistan tewsiyeyên wê bicîh tînin. Emma Pattersson li daîreyê seroka projeya Skolmat Sverige ye û ji bo lêkolîna xwarina dibistanê hîn rêbaz saz kirine.

- Gelek sedemên vê kêmasiyê hene. Weke mînak rewşa aborî, dibêje Pattersson.

- Ev jî li derveyê kontrola dibistanê ye. Daîreya tiştên xwarinê ya gîştî sisê sal berê kontrolek li ser şopandina tewsiyeyan kiribû. Encam ew e ku gelek j idibistanan van tewsiyeyan pêk naynin. Û ev yeka ji bo me ne suprîzek bû, dibêje Emma Pattersson.

Belê, di xwarina li dibistanan tê dayên de vîtamîn û mîneralê bifeyde gelekî kêm in. Tenê ji sedî 6ê dibistanan şerta ku têr vîtamîna asin, vîtamîna D, rûnê bi kalîte û fîber bidin bi cîh tînin. Ev, encama lêkolîna herî mezin ya li ser xwarina dibistanê ye ku heta niha hatiye çêkirin, radighîne rojnama Svenska Dagbladet.

Di qanûna dibistanê de, ya ku salek berê hat nûkirin, bi awayeke zelal hatiye nivîsandin ku divê di xwarinên dibistanê de tera xwe vîtamîn û mîneralên baş hebin. Lê ev lêkolîna mezin, ku her çendî berya qanûna dawî hatibe çêkirin, nîşan dide ku li bêtirî nîvê wan 191 dibistanan ku hatine lêkolînkirin di halî hazir de vê qanûnê binpê dikin. Her weha lêkolînên nû yê ji aliyê rêxistina lobîyê Skolmatens Vänner ve hatiye çêkirin jî nîşan dide ku hîna jî ferqeke mezin di navbera dibistan û şaredariyên cûda de hene.

Annika Unt Widell li Skolmatens Vänner, ku rêxistineke girêdayî Federasyona Cotkaran e, weke dîetîst û seroka projeyê kar dike.

- Lêkolîna me nîşan dide ku li bajarên mezin bêtir caran bernameya siyaseta xwarinê hene û wan qîma xwe bi tenê belgeyên ji biryarên siyasetvanan neanîn ne. Di van bernameyan de wan hîn şer û hedef ji bo kalîta xwarina dibistanê danîne. Lê li bajar û şaredariyên biçûk, mixabin ev tişt tune û ji ber vê jî kalîteya xwarinê dikare gelekî cûda be, dibêje Annika Unt Widell.

Rêbazên kontrolkirina xwarinê bi hevkariya Enstîtiya Karolinskayê (KI), Rêxistina Şaredarî û Parêzgehan (SKL), Enstîtiya dewletî ya tendrûstiya gelî (FHI) û Daîreya tiştên xwarinê ya gîştî (SLV) hatine amadekirin.

Bi van rêbazên re dê dibistan bi xwe karibin xwarina ku didin şagirtan analîz bikin. Ev rêbaz dê her weha ji bo pêşerojê bingeheke bêhmpa bide ji bo çêkirina îstatîstîkan. Careke din Emma Pattersson, seroka proja Skolmat Sverige:

- Bi ya me ev îstatîstîk gelekî girîng e. Dê cara yekem di asta dibistanan de dê ewqas agahiyên girîng karibin werin berhev kirin. Ev jî dê di derbarê xwarina li dibistnan de wêneyeke bêtir hevgirtî bide me, dibêje Emma Pattersson.

Daîreya tiştên xwarinê ya gîştî (Livsmedelsverket) ji niha ve ji bo başbûna xwarina dibistanê bipîve xebatek dimeşîne. Armanc ew e ku ji bo dibistanan hêsantir bikin ku ew zanibin ka zarok bi rastî jî xwarina bifeyde dixwûn an na.

Ev kêmasiyên îro hene û raporeke fermî ku niha hatiye amadekirin ji bo siyasetvanan sînyaleke zelal e ka divê ew çi bikin, dibêje Annika Unt Widell ji rêxistina Skolmatens Vänner.

- Bi ya min ev sînyaleke gelek zelal e hem ji siyasetvanên şaredariyan re û hem jî siyasetvanên di asta netewî de ku dive ew bêtir pare ji bo xwarina dibistanan veqetînin. Xwarineke baş ji metbaxeke baş derdikeve. Divê personelê perwerdekirî li metbaxên dibistanan kar bikin. Divê aboriyeke wan a baş hebe ku xwarinên baş bikirin, wexteke wan a baş hebe ku bigihîjin xwarin bipêjin. Karibin amade û pîlankariyeke baş û servîseke baş bikin, dibêje Annika Unt Widell ji rêxistina Skolmatens Vänner.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".