Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kurdolog Bruinessen: "Kurmancî dihele".

Hat weşandin torsdag 19 april 2012 kl 17.57
Martin van Bruinessen
(12 min)
Martin von Bruinessen, kurdolog, kurmancî, suryanî, êzîdî, yezîdî, elawî
Kurdolog Bruinessen: "Dema mirov li şêweyê ku ziman pêşdediçin dinere ez pozîsyona kurmancî baş nabînim".

Kurdolog Martin Von Bruinessen ji Radyoya Swêdê beşê kurdî re dibêje:

"Bi xêra revenda kurd li Swêdê kurmancî bû zimanê modern yê nivîsandinê".

"Dîyaspora kurd bû pira di navbera Kurdistanê û Ewrûpa de".

"Dîyasporayê rih da kêmayîyên wekî suryanî û êzîdîyan, ku îro lingekî wan li Ewrûpa û yek li welêt e".

"Pozîsyona kurmancî xerab e û ew dikare ji holê rabe".

-         Eger em li nifşekî taybetî, kesên di temenê min de ku wekî çalakvanên kurd ji Tirkî hatin û li vira bûne penaber binerin; ew bûne nivîskar, kovar weşandin û bi nivîsandinê ve mijûl bûn. Ew in yên ku kurmancî kirin zimanekî modern yê nivîsandinê. Ew kesên ku li Tirkî ji ber sebebên sîyasî destûra wan nebû kurmancî bi kar bînin bi xêra atmosfera xweş ya li Swêdê dikarîbûn kurmancî pêş de bibin. Bi vî zimanî li vira imkan hebû ku mirov li sîyasetê bifikire, zanyarîyên nûjen bifikire û fîlozofîyê bifikire, dibêje kurdologê navdar yê hollendî Martin von Bruinessen.

Hefteya derbasbûyî ew ji bo beşdarbûna yekem konferansa navnetewî ya dîyaspora ya durojî ku li Zanîngeha Uppsalayê pêk hat li Swêdê bû. Dawîya konferansê dema min ew dît ji kêfxweşîya konferansa lidarketî westabûna du rojan qet lê xuya nedikir.

-         Xaleke ji konferansê ku bi min pir taybet hat ew bû ku gelek lêkolerên ciwan yên pir bi coş ku lêkolînên gelek hêja dikin beşdar bûbûn. Lewra ew hêvîyeke mezin dide lêkolînên paşeroja derbarê mijarê de.

Bruinessen yek ji lêkolerên destpêkê yê dîyaspora kurdî ye. Piştî lêkolînên xwe yên li her çar beşên Kurdistanê di navbera 1974-76ê de wî teza xwe ya doktorayê ya bi navê "Li Kurdistanê Axa, şêx û dewlet" di 1978ê de weşand.

Bruinessen ji hingî ve revenda kurdî ji nêzîk ve şopandîye. Di nav van salan de gelek kitêb û lêkolînên wî li ser kurd, elawî û islamê derketine û xebatên wî yên di vî warî de berdewam in. Ew vêga bi salên xwe yên derbasbûyî û pora xwe ya sipî xwe mîna bapîr yan kalekî dîyaspora kurdî dibîne:


- Ez şahidê jidayîkbûna dîyaspora kurdî me, min zarokatîya wê dîtîye. Min dît bê wê çawa li xwe zêde kir û mezin bû, gihîşt, berhem da û zarokên wê çêbûn. Loma di konferansê de jî mîna kalekî min behsa mezinbûna civaka kurdî li Ewrûpa kir.

Herçend Bruinessen tercîh dike ku di vê hevpeyvînê de xwe bi ingilîzî îfade bike jî ji bo ku bikaribe civaka kurd bişopîne wî di salên 70î de xwe fêrî herdû zaravayên kurdî kurmancî û soranî kirîye û ew tirkî jî baş dizane.

Baldarîya Bruinessen, xebata wî ya lêkolînî tesîreke mezin li ser jîyana wî ya malbatî jî kirîye. Ew bi jineke endonezî re zewicî ye û kurekî wî yê bi navê Bektaş ku vêga 20 salî ye heye.

-Di salên 60î de, dibêje Bruinessen Hecî Bektaşê Welî ne tenê ji bo elawîyan lê ji bo gişt çepgiran sembolekî girîng bû. Me ew wekî remza tolerans, berbihevhatîna çand û olên cuda û hemî bedewîyan didît.

Û Bruinessen eşkere dike ku baldarîya ji bo elawî û kêmayîyên din li Kurdistanê û dijberîya nasnameyan niha jî mijara lêkolînên wî ne.

-         Elawîyên kurd, yan elawî û kurd.  Hinek ji wan elawîtîya xwe didin pêş, hin kurdîtîya xwe û hinek jî dikarin xwe qet kurd nehesibînin. Ez dixwazim bizanibim bê xalên ku dihêle kesek nasnameyekê hilbijêre çi ne.

-Babeteke din ku bala min dikişîne, dibêje Bruinessen bi guhertina sîyaseta Tirkî re vegera kêmayîyên wekî suryanî û êzîdîyan e. Êzîdiyên ku herdemê zordarîyeke mezin dîtine li Almanya xwe ji nû ve keşf kirine.

Bruinessen bi berdewamî dibêje: "Hebûna dîyasporayê bû garantîyek ji bo parastina êzîdî û suryanîyan. Ji nû ve rih da wan. Gelek malbat van salên dawî hem li herêmê hem jî li Ewrûpa dijîn. Yanî ew kêmayîyên ku zordarî li wan dibû û nemabûn dikarin êdî lingekî wan li wir yek li vir be".

Em pirsa dîyaspora kurd di destpêka xebata wî de salên 70î de dema jê dikin, ew dibêje.

-         Hingî dîyasporayeke kurd li Ewrûpa nebû. Di 73ê de li Almanya û Holenda min gelek kes weke tirk nas kirin ku paşê hineka ji wan gotin "hmm belkî ez bi xwe jî kurd bim“.

-         Di sala 71ê de li Tirkî derba eskerî rû da. Bi hatina wan penaberên sîyasî ku ji ber tadeya Tirkî revîyan karker bi kurdîtîya xwe hesîyan. Nifşên berê bi xêra nifşên ciwan polîtîze bûn. Beriya wê ji bo ku bi cudabûnê re rûbirû nebin xelkê kurdîtîya xwe vedişart.

Dema ez pirsa rola kurdên li Swêdê jê dikim ew piranî li ser xebata kurdên vira yên ser zimên radiweste. Balê dikişîne ser kovar û pirtûkên bi kurmancî ku li Swêdê çap bûne û Kitêbxaneya Kurdî weke encama xebata baş ya dîyaspora bilêv dike.

Lê ji xeynî rolê revenda kurdên Swêdê di pêşxistina kurmancî de ew behsa hin xalên din jî dike ku bi raya wî girîngîyeke wan ya taybet hebûye.

- Di warê dîplomasîyê de kurdên ku civak û sîyaseta vira nas dikirin bûne pirek di navbera Kurdistanê û van welatan de. Rolê wan di avakirina başûrê Kurdistanê piştî 1991ê mezin e. Ji alîyekî din ve piştî ku li Tirkî qedexa li ser kurdî sist bû berhemên ku yekemcar li Swêdê hatibûn weşandin transferî Tirkî bûn û paşê gihan Kurdistanê.

Li gor Martin Von Bruinessen cudahîyeke berbiçav di navbera kurdên ku xwe li Swêdê girtin û yên welatên din yên Ewrûpa de heye. Ew dibêje: ”ekserîyeta kurdên ku hatin Swêdê xwende û sîyasî bûn. Lê yên ku xwe li welatên din girtin, bi taybetî jî yên ku di destpêkê de hatine Almanya karker û malbatên karkeran bûn”.

Lê ji bilî cudahîya civaka kurd ya ku hate Swêdê tesîreke xurt ya sîyaseta Swêdê jî di xebatên kurdên vira de hebû, dibêje kurdolog Martin Von Bruinessen.

- Ji bo gelek kurdên penaber pir eşkere bû ku Swêd ne tenê şertên bikaranîna imkanên herî baş dide, lê ew herwiha destekê dide geşekirina zimanên kêmayîyan jî. Tevgerên kurdan yên sîyasî hebûn û loma dikarîbûn ji van derfetan sûd wergirin.

Herçend dibêje kurdolog Martin Von Bruinessen li dîasporayê xebatên gelekî baş li ser kurdî hatine kirin jî pêdivîya zaravayê kurmancî di jîyana rojane roj bi roj kêm tir dibe.

-         Eger ez kurdek li Tirkî bama û min hilbijartiba bê ez zaroka xwe bişînim kîjan xwendegehê, minê hewl daba ku zaroka min pir baş tirkî û ingilîzî fêr bibe. Ez î serbilind bim ku zaroka min kurmancî jî zanîbe. Lê di vê rêza min got de. Ji bo ku tu bikaribî li welatekî wekî Tirkî bijî şert te mecbûrî vêya dikin, dibêje Bruinessen û didomîne.

-         Kurdî zimanê te yê çandê ye, yê kevneşopîya te ye, nasnama te ya rasteqîn e. Ew zimaneke ku bikaranîna wî ji bo te girîng e. Lê ji bo jîyana te ya li cîhanê Tirkî û Ingilîzî pêwist in. Kurdî girîng e ji ber ku ew nîşan dide bê tu ji kû tê, tu kî yî û tu çî yî.

Lê ma bi vî awayî kurmancî wê karibe bijî? Bruinessen keserek kûr dikişîne û tabloyeke reşbîn ya paşeroja kurmancî nîşan dide:

-         Heta niha zindî maye. Lê ez emîn im ku ji ber bêhevsengîya hêzê di navbera zimanan de Tirkî dê pêş bikeve û bi hêz bibe. Ji bo zindîhiştina kurmancî gavên pir radîkal û cuda pêwist in. Heta ku zordarî li ser kurmancî hebe kurd wê bixwazibin zimanê xwe bi kar bînin. Ji ber ku ew naxwazin ew ji holê rabe. Lê dema ku zordarî rabû dibe ku hewldanên zindîhiştina kurmancî jî nemînin. Ez nizanim kurmancî çiqasî dê wekî zimanekî berhemdar bimîne. Herçend gelek hewldan hene jî dema mirov li şêweyê ku ziman pêşdediçin dinere ez pozîsyona kurmancî baş nabînim.

Martin Von Bruinessen

Di sala 1946ê de li Hollenda bajarê Schoonhowen ji dayîk bûye.
Li zanîngeha Utrecht ew destpêkê fizîkê dixwîne, lê piştî gerên xwe yên Rojhilata Navîn ew antropolojî û sosyolojîyê dixwîne.
Di navbera 1974-76ê de li Kurdistanê lêkolînan dike û di 1978ê de teza xwe ya doktorayê "Li Kurdistanê Axa Shêx û Dewlet" diweşîne.
Bi taybetî li ser Kurdistan, Tirkî, Endonezya û islamê gelek lêkolînên wî hene.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".