Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kêra alîkariyê nagihe ciwanên bêkar

Hat weşandin fredag 20 april 2012 kl 09.50
Karbidest, ne pare, kompetans dixwazin
(5:20 min)
Wêne: Fredrik Persson/Scanpix

Tevî ku hikûmeta Swêdê alîkariya aborî ya taybetî dide karbidestan ku ciwanan bigirin kar heta niha gelek kêm keç û xortên ku demeke dirêj e bêkar in karîbûne karekî peyda kirine. Emma Burvald yek ji wan keçên ciwan e ku heta niha jî nikarîbûye karekî dewamî peyda bike.

- Heger bi rastî jî pêdiviya karbidestan bi karker hebe wê demê ne hewceye ku ew ji dewletê alîkariya aborî wergirin, dibêje Emma Burvald a ku ev zêdeyî salekî ye li cem Daîreye Karî weke bêkar hatiye qeydkirin.

Emma Burvald hinek caran li dukan û butîkan kar kiriye, û ew yek ji wan ciwanan e ku dikarîbû li cem karbidestek bêyî lê bibe kuflet karekî peyda bike.

Bi armanca ku ciwanên demeke dirêj e bekarin karibin dest bi xebatê bikin hikûmeta Swêdê pareyeke mezin veqetandiye.

Lê di saya vê alîkariyê de heta niha tenê 500 kesên ciwan karîbûne karek peyda bikin.

Li hêla din 12 500 kesên din jî yê dê karîbûna di saya vê alîkariya dewletî de kar bibînin, hîna jî bêkar in.

Wezîra bazara kar Hillevi Engström dibêje modela wan a ku pare bidin kesên xwedî kar ku maaş bidin ciwanan baş e. Bi ya wê problema herî mezin ew e ku haya karbidestan ya ji girtina vê alîkariya aborî ya dewletî tune ye. 

Bi ya hesabê hikûmetê di saya vê alîkariyê de karbidest ji bo maaşek 18 hezar kronî tenê 3000 dide kesek ciwanek demdirêj bêkar ku digire kar.

Tiştê girîng ew e ku em xwe bigihînin hemû karbidestan û wan di derbarê vê modelê de hayedar bikin, ku ew jî mil bidin ber kêmkirina bêkariya ciwanan, dibêje wezîra bazara kar Hillevi Engström.

Ji bo ciwanan ew reformên cûda ku hikûmet pareyên mezin lê radizinî encam nade. Di encam de yên mil bidin ber vê reformê karbidest bi xwe ne û di wê navberê de ciwanên wekî Janette Bostedt di wê baweriyê de ne ku hêj gelek sal dê bigire hetanî karibin karekî peyda bikin.

Ji bo peydakirina bêtir karên ji bo ciwanan hikûmetê milyarak kron ekstra daye Daîreya Karî. Ev pare dê ji bo koçnîng, yanî şêwirdarî, û agahdarkirinê were serf kirin. Lê tevî van mîktarên mezin pareyan reforma ku ji sala 2008 ve di pêkanînê de ye encamek gelek qels daye.

Wezîra bazara kar Hillevi Engström jî ji van reqeman bikêf nîn e. Bi ya hesabê hikûmeta wê diviya 12 500 ciwan di saya vê modelê de kar bidîta lê heta niha tenê 500 kes di saya alîkariya abori ya ji bo karbidestan de dikare bixebite.

Pêşbîniya hikûmetê nîşan dide ku dê mezinbûna aborî ya Swêdê îsal nizim be û jimara bêkaran jî zêdetir bibe û her di asteke bilind de bimîne.

Peter Karlsson li Rêxistina Karbidestên Swêdê, Svenskt Näringsliv berpirsê pirsên bazara kar e. Ew ne di wê baweriya wezira bazara kar Hillevi Engström de ye ku haya karbidestan ji alîkariya aborî ya dewletê tune ye. Û ew ji ber vê ciwan nagirin kar. Her weha ew ne di wê baweriyê de ye jî dê bêtir kes karibin kar bibînin heger ku dewlet desteka aborî bide şîrketan. Peter Karlsson wiha dibêje

- Karbidest di destê yekem de li wan cûre karkeran digerin ku dikarin di xebata wan de alîkar bin û karê wan bi pêş ve bibin. Lê heger kompetansa wan ciwanan ya ji bo kar tune be wê demê xêra wergirtina alîkariya aborî ji dewletê jî tune ye. Yanî şîrket di serê her tiştî de pêdiviyên xebata xwe esas digirin, dibêje Peter Karlsson û dibêje wezîra bazara kar pirsgirêk baş fam nekiriye.

Belê weke me di destpêkê de got hikûmetê îsal milyarek kron ekstra daye Daîreya Karî, Arbetsförmedlingen, ji bo alîkariyên cûda bide ciwanan ku karibin karekî peyda bikin. Lê Emma Burvald dibêje helwesta Daîreya Karî ji cara yekem ku ew li wir bûn xerabtir e. Tu kes alîkariya te nake, dibêje Emma Burvald. 

Û Janette Bostedt a ku li kar digere jî bê hêviye û bawer e dê hêj gelek salên din li mala dê û bavê xwe de bimîne û li wan bibe kuflet.

- Ez dixwazim karek min hebe ku ez karibim li xaniyek xwe bimînim, lê dizanim ez ne fikrek realîst e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".