Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

YE qaîdeyên reklamên xwarinê dijidîne

Hat weşandin måndag 23 april 2012 kl 12.21
Reklama xwarinê
(5:03 min)
Yekîtîya Ewrûpa qaîdeyên reklamên xwarinê dijidîne. /Foto: Maja Suslin - SCANPIX

YE qaîdeyên reklaman yên branşa xwarina giştî û tendurustîyê dijidîne. Ji dawîya miha gulanê û pê de qanûn derdikeve. Nabe êdî bê lêkolînên zanistî şirket îdia bikin ku malê wan ji tendurustîyê re baş e.  

Branşên ku ev qanûn wê bandorê li ser bike bêhtir makarnayên ji teneyê ku dibêjin nexweşîyên dil û damaran kêm dike, çaya kesk û berikên hişkkirî ku dibêjin antioxidatîv in û hinavê mirovan ji jehrê paqij dike.

Mebest bi qanûna nû paqijkirina branşa tendurustîyê ji malê necidî ye, dibêje Petra Bergkvist ji Daîreya tisthên xwarinê ya giştî.

-      Bi firotina van tiştan re gelek îdia jî tên kirin û xeterek wiha derdikeve pêş. Eger îdiayên ku dibêjin mal ji bo tendurustîyê baş e bi zanistî neyê piştrastkirin wê demê serfkar û mişterî tên xapandin. Ew tiştekî dikirin ku ji wan wê ye ji bo tendurustîya wan baş e û tên xapandin, dibêje Petra Bergkvist ji Daîreya tisthên xwarinê ya giştî.

Li gor Dezgeha YE ya tisthên xwarinê EFSA têr zanista ku van îdiayan destek dike nîne. Lewra di qanûna nû de reklamên ku van îdiayan dikin dê bêne qedexekirin.

Di van salên dawî de dezgeha EFSA bi hezaran îdiayên ku şirket bikartînin lêkolîn kirine. %90 îdiayên ku wan kontrol kirine nayên qebûlkirin û li gorî qanûna nû dê bê qedexekirin.

Lê biryara YE ji alîyê rêxistina branşa malê tendurustîyê, Svensk egenvård ve tê rexnekirin. Berpirsa giştî ya rêxistinê Inger Atteryd dibêje pirsgirêkek ew e ku Dezgeha YE ya tiştên xwarinê EFSA gelek lêkolînan qebûl nake.

-      Lêkolerên cuda li Ewrûpa derbarê bê bi rastî zanist çîye de xwedan nêrînên cuda ne. Şertekî EFSA yê din jî ew e ku divê tam bê destnîşankirin bê di çî xwarinê de tesîr heye; wekî mînak incasên hişkkirî ku herkes dizane ji zik re baş in. Lê li gor van qaîdeyan divê êdî ev neyê gotin.

Lê Anita Laser Reuterswärd ji Daîreya tiştên xwarinê – Livsmedeslverket dibêje li ser incasên hişkkirî gelek lêkolîn tên kirin lê divê mesele gişt bi yek xwarinê ve neyê sînorkirin.

-      Rast e herkes dizane ku ew ji bo zik baş in lê mesele hemî ne incasên hişkkirî ne. Tişta li ser pakêt û qotîkan nivîsandî,  tişta di reklamên TV yan de bê gotin û tiştê di înternetê de ne tenê li ser incasên hişkkirî ye. Em qala 2800 cureyên îdiayên cuda yê xwarinê dikin. Divê bê piştrastkirin ku ev îdia rast in. Loma pir girîng e ku lêkolîna zanistî bê kirin yan na mişterî tên xapandin.

Yek ji wan kêm îdiayên ku rast derketîye îdiaya ku zeyta zeytûnan ji sihetê re baş e.

Hêjayî gotinê ye ku di 2007ê de Swêd ji alîyê xwe ve qaîdeyên xwe jidandibûn. Biryarnameya YE ku hatîye îmzekirin wê ji dawîya gulanê û pê de li tevaya dewletên endamên YE derbas bibe. Hemî agahdarîyên li ser qotîk, pakêt û tûrikên xwarinê divê baş bên nerîn û îdiayên ku dibêjin ji bo siheta mirovan baş e divê bi delîlên zanistî bê piştrastkirin yan na divê bê rakirin.

Destpêka gulanê naveroka biryarnamê û bê çi îdia serbest in dê bê eşkerekirin. YE ji bo ku şirket reklamên xwe sererast bikin şeş meh muhletê dide  wan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".