Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hikûmet fermana ermenîyan napejirîne

Hat weşandin tisdag 24 april 2012 kl 14.16
Fermana ermenîyan û Swêd
(6:37 min)
Hikûmetê biryara parlemanê nepejirandîye û Bildt weke berpirsê rawestandinê tê dîtin./ Foto: Scanpix

Parlamena Swêdê di adara 2010ê de bi yek dengê zêdê bûyerên li Tirkî yên di sala 1915ê de weke komkujîya ermenî, asûrî, suryanî, keldanî û pontisî pejirandibû. Lê ev biryara ku ji alîyê parlemenê ve hate girtin hikûmetê nepejirandîye.

Dema parlemanê rûdan weke ferman pejirand dewleta Tirkî nerazîbûnên tund nîşan dan, konsolosê xwe ji Swêdê vekişandibû û tirkên Swêdê xwepêşandan lidarxistin.

Vêce gelo piştî du salan encam çî ye? Vê biryarê çi bandor li têkilîyên navbera Swêdê û Tirkî kirin? Vahag Avedian berdevkê Federasyona Ermenîyan li Swêdê ye:

-         Agahîyên derbarê fermanê de bêhtir belav bûn, herçend kêm jî be raya giştî bêhtir pê hesîya ye û ev jî yek ji armancên pejirandinê bû, dibêje Vahag Avedian.

Lê herçend li gor destûra Swêdê dezgeha herî bilind parlemane jî biryarên ku welatên der eleqedar dikin girêdayî wezareta derve ne û wezareta derve girêdayî hikûmetê ye. Hikûmetê jî biryara parlemanê qebûl nekirîye û loma mirov nikare bêje ku dewleta Swêdê bi fermî ferman qebûl kirîye.

Vahag Avedian gazindar e ku hikûmeta Swêdê guh nedaye biryara parlemanê. Negotîye ne erê ez qebûl dikim, ne jî na ji ber vê sebebê ez qebûl nakim û pirs bi temamî paşguh kirîye:

-         Tişta hatîye kirin ev biryar xistine çekmeceyekê, devê çekmecê qufle kirine û kilîd avêtine, dibêje Vahag Avedian ji Federasyona Ermenîyan.

- Bi yek gotinê, têkilîyên navbera Tirkî û Swêdê şahane ne, dibêje sefîra Tirkî ya li Swêd Zergun Koruturk û balê dikişîne ser ku ti siha biryara parlemanê li ser têkilîyên navbera herdu welatan îro nîne.

Lê dema mirov vegere berya du salan di destpêkê de alozîyeke dîplomatîk di navbera Tirkî û Swêdê de derketibû. Sefîra Tirkî ya Swêdê vegerîyabû welatê xwe û ji hêla siyasetmedarên Tirkî ve daxuyanîyên tûj hatibûn bihîstin. Gelo çi hate guhertin? Sefîra Tirkî Zergun Koruturk:

-         Çaxê ev biryar ji alîyê parlemanê ve hate qebûlkirin ez ji bo şêwirdarîyê vegerîyam Tirkî, lê du hefte paşê piştî ku serokwezîrê Swêdê pir eşkere got ku ew ê biryara parlemanê negirin dest ez vegerîyam, dibêje sefîra Tirkî ya Stockholmê Zergun Koruturk.

Parlamenterê ku pêşnîyaznameya fermana ermenîyan radestî parlamena Swêdê kiribû Murad Artin bû. Li hemberî helwesta hikûmeta Swêdê ew pir aciz e:

-         Ji dêla ku zextan li tirkî bikin ku ew fermanê bipejirînin, serokwezîrê Swêdê telefon da serokkomarê Tirkî û lêborîn xwest. Hikûmeta Swêdê li dijî parlemena xwe livîyaye di vê meselê de, dibêje parlamenterê wê demê Murad Artin û berdewam dike: ”Ji ber awayê ku hikûmeta Swêdê pirs girte dest ez şerm dikim. Bi ti awayî li gor bîryara parlemanê tiştek nehate kirin. Hetîketî ye”.

Paşguhkirina biryara parlemanê berdevkê Federasyona Ermenîyan Vahag Avedian bi helwesta wezareta derve û bi taybetî jî bi Carl Bildt ve girê dide:

-         Herî zêde Carl Bildt dixwest vê pirsê bitemirîne. Pêşî xebitî ji bo ku pirsgirêk neyê parlamanê. Çaxê pirs hat nexwest ew bê pejirandin û dema dengê pejirandinê derket, biryar di wezareta derve de mirand.

Avedian dibêje mixabin pirs sîyasîkirine û wezîrê derve yê Swêdê vêga girîngîyeke pir mezin dide têkilîyên bi Tirkî re. Ê wê demê çi nirxê biryara parlemanê maye?

-         Hikûmeta ku di pêşengîya Reinfeldt û Bildt ne qet guh nade biryara parlemanê nirxê wê kêmtir nake. Biryara parlemanê ya pejirandina fermanê li cîyê xwe ye heta ku hikûmetek biryarê bigre dest û bixe beşek ji sîyaseta xwe ya derve.

Lê sefîra Tirkî Zergun Koruturk ku îdiayên fermanê bêbingeh binav dike, ne di wê bawerîyê de ye ku bi guhertina hikûmetê re helwesta li hemberî biryarê bê guhertin.

- Ne wezîfa sîyasetmedaran e biryarê bidin bê bûyerekê rûdaye yan na. Ew wezîfeya dîrokzana ye. Û nexêr, li welatekî pêşketî wekî Swêdê ez bawerim ku çi hikûmet bê ser desthilatdarîyê bila bê rêya mentiq wê serdest be.

Fråga
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".