Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hevkarîyeke nû hate eșkere kirin

Hat weşandin onsdag 25 april 2012 kl 09.27
Guhdarî bike
(5:06 min)
Wêne:Scanpix. Montaj: Sveriges Radio.

Hevkarîyeke din ya nehênî di navbera Swêdê û erebistana saudî de hatîye eșkere kirin. Rojnameya Svenska Dagbladet îro eșkere kir ku di nêzîka 20 salan de, Fortifikationsverket, dezgeha hendesa leșkerî alîkarîya erebistana saudî kirîye ku șargeha di ҁiyan de, ango șikeftan ava bikin bo depo kirina sotemenîyê.

Li gor rajnameya Svenska Dagbladet ev mîna projeyeke sîvîl dihat xwîyanî kirin, lê bo erebistana saudî giring bû ku enbarên amadeyîyê bo bûyerên șerî, ava bikin.

Ev projeya hîna ji dema Olof Palme ve, ji destpêka salên 1980 de ta 2009 de berdewam bû. Projeyeke avakirinê bi hêjayîya nêzîka 20 milyarî ya gelek șirketên amerîkî hîna ji salên 1970 de baldarê wê bûn, lê erebistana Saudî Swêdê bi xwe hilbijart bo vê hevkarîyê. Li gor rojnamevanê Svenska Dagbladet yê ev hevkarî eșkere kir, Tobias Olsson, erebistana saudî Swêd ewletir dît û bo ku ne bi pêwîstîya dana bertîla bin.

-Dezgehên swêdî, hem FOI, enstîtûya lêkolînan ya hêza bergirîyê  û hem jî Fortifikationsverket, dezgeha hendesa leșkerî xwedan jîrbûneke mezinin di vî warî de, wan șargehên di ҁiyan de li gelek deverên Swêdê ava kirine û gelekî zanin di derbarê vî warî. Erebistana saudî bêguman dixwest xwe bigihîne vê  jînbûnê.

Û eger dezgeha hendesa leșkerî hemû agahdarî bo hukûmetê rapor kiribe, her ev proje ji herkesî re nehênî maye, li gor Tobias Olsson ji Svenska Dagbladet:

-Mohra nehînîyê li van raporan bûne, derbarê vê projeyê tiștek nehatîye nivîsandin, û derbarê tevlîbûna dezgehên swêdî jî tiștek eșkere nehatîye nivîsandin. Olsson dibêje eger mirov li ser întwernetê yan cavkanîyên din bigere, mirov tiștekî peyda nake. Ev nehênîyên bazirganî ne, dê ji alîyê saudîyan ve hatibaya bikaranîn eger șerek li dar ketibaya, wê demê jî mirov nikare karê xwe eșkere bike.

Serokwezîrê Swêdê yë wê demê, Olof Palme bû yê ser peymana lihevkirinê ya pêșîn di 1984 de imze kir.

-Olof Palme bi serê xwe ev hevkarî birêve bir, wê kesek agahdarî nekir, ne jî wezîrên hukûmeta wê demê.

Serokê partîya ҁep, Jonas Sjöstedt bêzar e ji ber vê eșkerekirina nû û dibêje.

-Bi min gelekî balkêș e, erebistana saudî dîkatorîyeke tund e bi dexteke navxeyî ya mezin, û hevkkarîyeke leșkerî ya wisa nêzîk bêguman zêde hesase û ji ber vê yekê jî gelek hukûmet behsa wê vekirî nekirine. Li gor dîtina min Sjöstedt dibêje, xalek e divê mirov rexnedarê wê be û ez merq dikim bê ҁawa parlaman û siyasetmedar agahdarî kirine, min bi xwe nebihîstîye berîtya nuha.

Pirs ew e gelo ҁima Swêd tevlî van awayên hevkarîyê dibe bi dîktatorên mîna erebistana saudî re, tevî ku mafê mirovî binpê dikin. Rojnamevan Tobias Olsson dibêje derbarê pera ye û ku dezgeh û șirketên swêdî dixwazin jîrbûna xwe berfireh bikin:

-Ew dixwazin jîrbûn ango kompetensa xwe berfireh bikin. Merc ser wan hene ku xwedan jîrbûneke baș bin û xwedan zanîyarîyên pisporî bin di warê avakirina șargehên di ҁiyan de. Hêza bergirîyê ya swêdî ji vî karê xwe di Swêdê de kêmkirîye jikêmbûna derfetan, û wê demê divê li derveyê welat li derfetan bigerin. Olsson dibëje ev bersiva dezgeha hendesa leșkerî bû bo wî û FOI jî hemn tișt got dema planên wan yên avakirina avahîya leșkerî li erebistana saudî hate eșkere kirin.

Serokê partîya ҁep Jonas Sjöstedt ji hukûmetê daxwaza eșkerekirin û vekirîbûnê dike ji alîyê bazirganîyên dewletî ve û ku parlamanê û herkesî nexapînin. Ew bi taybetî behsa van șîrove û eșkerekirinên derbarê bazirganîya bi erebistana saudî re di vê dawîyê dike. Û dikeve șikê de eger hîna agahdarî mane yan na. Li gor wî hukûmet zêde agahdarîyan nade û bi vê yekê jî gelek tên xapandin. Divê ev yeka nemîne, li gor Jonas Sjöstedt.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".