Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Navbeynkarî li gor beledîyan diguhere

Hat weşandin onsdag 25 april 2012 kl 13.09
Navbeynkarî ne bi dilê Socialstyrelsen e
(5:07 min)
Rutînên cuda, hevkarîya xerab, nebûna statîstîkê tenê çend ji kêmasîyan e. /Foto: Scanpix

Navcîtîkirin weke temamkirineke pir baş di ber pêvajoya hiqûqî re tê dîtin. Lê Rêvebirîya Giştî ya Karûbarên Civakî Socialstyrelsen raporek weşandîye û tê de radigihîne ku karê navcîtîkirinê li gorî beledîyan tê guhertin. Li hin beledîyan navbeynkarî baş tê kirin li hineke din nayê kirin.

-      Hin beledî navcîtîkirinê jidil digrin û rêxistineke wan ya navcîtîkirinê heye. Ya ku em dixwazin bidine welatîyan jî ev e. Lê li hin beledîyên ku kar ewqas baş naçe navcîtîkirin beşek ji karê giştî yê Rêvebirîya Giştî ya Karûbarên Civakî – Socialstyrelsen e. Hingî ew dibe beşek pir kêm ji karê wan û di navcîtîkirinê de nikarin zêde çalak bin. Û ji bo ku polîs bikaribe karekî çalak bike divê navcîtîkirin bi awayekî baş here, dibêje Pia Törstrand birêvebira rêxistina navcîtîkirinê Svensk Forum för Medling och Konflikthantering.

Ji destpêka sala 2008ê ve beledî mecbûr in navcîtîyê di navbera tawankerên bin 21 salî yên sûcên xwe qebûlkirine û mexdûran de bike.

Ji sedî 96ê beledîyan ev xizmet bi awayekî xistine nav karê xwe de. Lê navbeynkarîya ku tê kirin ne bi dilê Rêvebirîya Giştî ya Karûbarên Civakî – Socialstyrelsen e û bi raya wan xizmet bi qasî ku pêwist e û tê xwestin nayê dayîn. Rutînên cuda, hevkarîya xerab, nebûna statîstîkê tenê çend ji kêmasîyan e. û ji bo ku encameke baş bê wergirtin pêdivî bi hevkarîyeke baştir di navbera beledî û polîs de heye, li gor rabpora Socialstyrelsen.

Niklas Mårtensson lênerê pirsên ciwanan di rêxistina Rêvebirîya Polîs – Rikspolisstyrelsen de ye. Ew dibêje rapora Socialstyrelsen kêmasîyên di sîstemê de destnîşan dike:

-      Ji raporê xuya dike ku hejmara pirsên di vê mijarê de kêm in û lewra dibe ku imkana baştirkirinê ya karê polîs hebe. Lê niha em kêfxweş in ku ev rapor hatîye weşandin. Encama tê de nîşan dide bê çiqas girînge  ku tawankarên ku sûcên xwe qebûl dikin ew fersend ji wan re bê pêşkêşkirin, dibêje Niklas Mårtensson ji Rêvebirîya Polîs.

Lê gelo çima girîng e tawanker mexdûr bibîne û pê re xeber bide? Pia Törnstrand ku ev deh sal in navcîtîyê dike dibêje bi hevdîtinê û axavtinê kesê sûckir bi awayekî berpirsîyartîya kirinên xwe digire ser milên xwe.

-      Tawanker hema hema hertim hazire ji mexdûr lêborîna xwe bixwaze û bêje ku neyta wî ne xerabî bû. Berya mexdûr bi gelekî, yên ku pêşî xwe didine ber hevdîtinê tawanker in, dibêje Pia Törnstrand.

Ji alîyê din ve ji bo mexdûr navcîtîkirin û hevdîtin dikare gelek pirsên di serê wan de ku wan bi salan têşînin zelal bike.

 -      Kêşehêz peydakirina bersiva pirsan e. Û mexdûr zêde napirsin ”te çima li min xist” lê dibêjin ”çi bû, çi rûda?”. Gelek caran mirov dixwaze zanibe bê çima ji hemûyan ev hate serê min bi xwe. Gelo ez hatibûme hilbijartin yan ji bêsiûdî hate serê min û pirsên bi vî rengî.

 Pia Törnstrand dibêje hevdîtin û navcîtîya navbera tawanker û mexdûr de gereke berya dadgehê pêk were. Û eger wan hev dîtibe ew bandorê dikare li ser rengê dadgehê bike, lê tesîra wê li ser cezadanê nemezin e.

 -      Erê dikare tesîrê li ser dirêjahîya ceza bike, lê pir kêm. Di qanûna dadgehê de tiştekî wiha heye. Te bi mexdûr re qise kiribe yan şayet te hewl dabe ku tu dilê mexdûr xweş bikî, ev hewldan yan kirin divê berçav bê girtin. Navcîtîkirin beşek ji vê ye. Bes mirov nikare bêje ji bo ku me hev dîtîye cezayê min kêmtir dibe. Ni wilo ye, dibêje Pia Törnstrand ku li beledîya Stockholmê navcîtîyê dike.

Xaleke din ya baş bi navcîtîkirinê li gora Törnstrand axavtin û lêborînxwestin dikare pêşîya sûcên nû bigire.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".