Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Geșbînîya aborî di nav șirketên mezin de

Hat weşandin torsdag 26 april 2012 kl 10.40
Wêne: Björn Larsson Rosvall/Scanpix.

Gelek șirketên mezin di van rojan de qezencên bêhtir ji ya dihat payin bo sêmehên pêșî rapor kirine û geșbînîya aborî her di nav malbatan de jî bêhtir bûye. Șefê enstîtûya konjunkturê, Mats Dillen dibêje ku malbat kêfxweșin ku bazara karî bi wê lawazîya dihate payin bi pêș neket.

-Me ev yeka di statistîka mijûlbûnê de dîtîye û hem jî ku asta karî di sêmehên pêșî de daneketîye, wekî dihat texmîn kirin lê bi berevajî me hejmarên bihêz ditine.

Gelek șirketên mezin di van rojan de qezencên bêhtir ji ya dihat payin bo sêmehên pêșî rapor kirine û geșbînîya aborî her di nav malbatan de jî bêhtir bûye. Encamên qezencên șirketên mezin bo sêmehên pêșî yên salê diyare bi gelekî baștir bûn ji texmînên analîzvanên borsayê. Warê endustrîyê jî zêde geșbînin bo encamên temamê salê.

Di nav raporên sêmehî yên șirketên mezin de, gelek ji wan encamên ecebî baș diyar kirine. Agahdarîya ku ji birêvebirîya șirketa berhemhênerên kamîyon û basan, Volvo AB, roja pêcșemê hat yek ji wan bû. Wan di sêmehên pêșî de qezenceke bi 5,6 miliyarî rapor kirin. Qezenceke kêmtir e ji encamên heman demê sala par, lê bi 500 milyonî bêhtir ji ya bazar texmîn dikir. Berpirsîyarê giștî yê Volvo AB, Olof Persson derbarê rewșa aborî ya șirketê wisa dibêje:

-Bazara me di nav bazara ewrûpayî û bașûrê amerîkayê de daketibû, lê em karin bêjin jî ku me ev daketin bi mezinbûneke baș di bakûrê amerîkayê de bedel kirine. Îca me mezinbûneke herêmî bi %10 heye sêhem li dû sêmehî de û em bi vê yekê gelekî razî ne.

Di vê salê de bank ser asteke nazik bûn bi qezencên xwe, bonus û șîroveyên derbarê bê ҁend ji deyinên xanîyan qezenc dikin. Û qezencên bêhtirê bankeyan her berdewam dikin. Di nav wan șirketên endustî û xebatê de ku bo firotina derveyî welat ya swêdî giringin, ji bilî Volvo AB gelek șirketên din raporên baș diyar kirine.

Șirketa berhemhênana bîlyeyan SKF yek ji wan e, șirketa Electrilux yekek din e. lê li hêla din șirketin hene yên li gor texmînan qezenc nanîne. Tomas stratêjînasê par e, ango aksyan li Swedbank û ew raporên nuha derdikevin analîz dike. Li gor wî rewșa șirketan nuha danberhev bi berîya ҁend mehan baștir e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".