Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dem hat - dahatnamê ji bîr neke!

Hat weşandin onsdag 2 maj 2012 kl 15.45
Dahatnameya Skatteverket
(4:55 min)
Foto: Jack Mikrut/Scanpix.

Îro roja dawî ye. Divê herkesê li Swêdê dahatnameya xwe ya 2011ê bişîne Daîreya Bacê – Skatteverket yan na ceza ji wan re tê. Ji bo hêsankirina dagirtina formê îsal hin guhertin hebûn. Imkan hatibû dayîn ku mirov dahatnameya xwe bi înternet yan telefonê jî bişîne û heqê mirov hebû mirov alîkarî ji wekîlekî bistîne.

-      Gelek kes bi erênî nêzîk dibin û dîtinên wan baş in. Berya niha dema mirov alîkarî dida kesekî û bi kaxezê ev kar dikir piçekî tevlîhevî derdiket. Lê niha eger mirov alîkarê yekî be, ku jê re dibêjin ”god man” mirov dikare dahatnameyê bi rêya elektronîkî beyan bike û berya nîvê havînê perên zikatê li mirov vedigerin, dibêje Kaj Koyer pêşvebirê xebata Daîreya Bacê - Skatteverket.

Belê Koyer dide zanîn ku balkêşîya imkana wekîlgirtinê ji bo dagirtina dahatnameyê mezin e û statîstîk jî gotina wî piştrast dikin. Meyla ku xelk bi rêyên elektronîkî hatinîya xwe beyan dikin bilind dibe. Heftîyek ji roja dawî re mayî dîyar bû ku nêzîkê sê mîlyon kesan bi înternet û mobîlan dahatnameya xwe radest kirine. Ku mirov bi sala par re bide ber hev ev bi nêzîkê nîv milyonî zêdetir e. Par hejmara kesên ku dahatnameya xwe bi rêyên elektronîkî eşkere kiribûn ji sedî 63 bû û ev reqem îsal bilindtir dibe. Li Swêdê 7,4 mîyon kes divê dahatnameyê dagirin.

Eger dagirtina dahatnameyê bi mirov zehmet be mirov dikare ji wekîl yan ombudekî alîkarî wergire. Wekîl li Skatteverketê tê nivîsandin û dikare ji bo dagirtina dahatnamê ya bi rêya internetê jî alîkarî bide. Girtina wekîl li derba wan kesan e ku karekî wan yê bazirganî û dikaneke wan pichûk heye, kesên pêwistîya wan bi destekê heye, yextîyar yan penaberên ku zimên baş nizanin.

Heftîya bê 2:yê gulanê divê hemî kesê niştecihê Swêdê dahatnameya xwe ya 2011ê ji Daîreya Bacê ya Giştî – Skatteverket re şandibe. Heta niha 2000 dahatnameyên kesan û 2500ê şîrketan yên ku bi alîkarîya wekîlan hatine dagirtin ji Daîreya Bacê re çûne.

Ji bo ku zikat berya nîvê havînê paşde vegere divê mirov bi rêya înternet, mobil, sms yan telefonê dahatname şîyandibe û hesabê banka ku pere werin ser jî ragihandibe. Yan na pereyên zikatê di dawîya tebaxê de li mirov vedigerin.

Her ku diçe telefonên jîr ango smartphone di nav gel de zêde dibin. Gelek bank jî nasnameyên elektronîkî peyda dikin da muşterîyên wan bi rêya telefonan bikaribin karê xwe yê bankê bikin. Kaj Koyer dibêje bikaranîna nasnameyên elektronîkî (e-legitiomation) jî zêde dibe. Heta niha îsal li gor sala berê 170 hezar kesî bêhtir bi nasnameya elektronîkî û telefonên jîr dahatnameya xwe beyan kirine. Ji xwe telefonên jîr ku bi xwe wekî komputereke piçûk in gelek rehetîyan derdixin, dagirtin û shandina dahatnameê hêsan dikin.

-      Em dibînin ku xelk kêmtir komputeran dikirin, wekî berê komputerên destan nayên firotin. Telefoneke mirov ya jîr heye û ew hemî ihtîyacên mirovan tîne cî. Ji xwe eger nasnameya elektronîk jî tê de hebe ew hemî karê mirov dibîne.

 Her sala ku 2ê gulanê nêzîk dibe gelek telefon ji Daîreya Giştî ya Bacê re diçin. Xelk digerin û pirsan dikin. Vêce îsal rewş çawa ye? Kaj Koyer ji Skatteverket dibêje:

-      Pirsên zehmet yên derbarê bacê de kêm bûne. Niha bêhtir ew pirsên normal tên. Ez ê dahatnameyê bişînim ku? Ez ê çawa têkevim dahatnameya elektronîkî?

-      Hinek jî telefonê didin ji ber ku dahatname ji wan re neçûye û meraq dikin bê ew ê çawa bikin. Bi vî awayî ye niha, bêhtir pirsên normal tên, dibêje Kaj Koyer ji Skatteverket.

Fråga
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".