Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dermanek bû sedemê kêmçêbûna 8000 kes

Hat weşandin fredag 27 april 2012 kl 12.26
Neurosedyn
(6:48 min)
Zarokek ku ji ber dermanê Neurosedyn bê dêst û pî jidayîkbûye, sal 1963/ Foto:UPI/Scanpix

Berya 50 salî bihara 1962ê di çapemenîya Swêdê de nûçe belav bûn ku zarokên bêdest û pî jidayîk dibin. Ev nûçe bûne destpêka skandala ku bi navê neurosedyn hate binavkirin.

Çend salan berya wê di salên 1955ê de li Almanya rojava dermanekî bi navê Thalidomid derketibû. Derman li hemberî xewa kêm û dilxelandinê bû. Ev heba piçûk li Swêdê ji alîyê Astra ve hate çêkirin, lê raya giştî bi tesîr û zerara ku wê da çend salan paşê hesîya. Encamên bikaranîna hebê pir mezin bûn û bi navê Neurosedyn belav bû.

Meqamê resmî yê wê demê ku ji belavkirina îlacan berpirs bû Rêvebirîya Dermanan – Medicinstyrelsen bû. Di 1959ê de wan destûr dabûne çêkirina hebê.

Ji ber ku hebê dilxelandin disekinand ew herî zêde ji alîyê jinên bihemil û ducanî ve dihate bikaranîn. Û cara pêşî di payîza 1961ê de li Almanya nûçe belav bûn ku zarok nîvçe û bi kêmayî ji dayîk dibin û salekê paşê haletê pêşî ji Swêdê hatin ragihandin. Firotina Neurosedyn ku li gelek welatên din jî dihate firotin li Swêdê yekser hate rawestandin.

Lê di wê navberê de hebê zerarên mezin gihandibû 180 zarokên swêdî. Ji van zêdeyî 100 zarokî man li jîyanê lê bi kêmayî û astengîyên mezin ku piranîya jiyana xwe li nexweşxaneyan û di bin kontrola doktoran de derbas kirin.

Zerarên ku vî dermanî li seranserê cîhanê belav kirin pir meztir bûn. Li cîhanê bi giştî 8000 zarok ji ber vî dermanî nîvçe ji dayîkbûn, derdorê 5000an ji wan vêga jî hîna dijîn.

Barbro Westerholm doktor e, berya niha şêfa rêvebirîya Giştî ya Karûbarên Civakî Socialstyrelsen bû û niha parlamentera Partîya Gel Folkpartî ye. Westerholm demeke dirêj bi vê rûdana ku wekî rezalet yan skandala neurosedyn hate binavkirin ve mijûl bûye.

îro li me pir ecêb tê bê çawa destûra belavkirina hebeke ku tesîra wê ewqas xerab bû derket. Vêce rêvebirîya dermanan çawa dikarîbû vî dermanî bipejirîne?

-      Hingê haya mirov jê nebû ku ev derman dikare zerareke ewqas mezin bide malzarokê. Rewşeke gelekî nû bû. Hingê weke niha imkanên kontrolkirin û çavdêrîyê jî nebûn. Herçend hîna di 1956ê de zarokên nîvçe û nuqsan ji dayîk bûn jî ew li deverên cuda yên cîhanê bûn û sedema nexweşîyan nedihate zanîn, dibêje Barbro Westerholm.

Rezaleta Neurosedyn bû sebeb ku li Swêdê gelek qeyd bên destpêkirin. Di 1964ê de Qeyda Nîvçeçêbûyî (Missbildningsregistret) ku tê de kêmayîyên zarokên nûjidayîkbûyî dê bihatana nivîsandin hate sazkirin.

Salek paşê ango di 1965ê de jî Qeyda Paştesîrên Dermanan (Läkemedelsbiverkningsregistret) hate sazkirin. Bi vê qeydê jî bû şertek ku doktor tesîrên dermanan ragihînin û rapor bikin. Rêxistina NY ya tendurustîya cîhanî WHO jî di 1968ê de qeydeke navnetewî ji bo paştesîrên dermananan saz kir.

Barbro Westerholm radigihîne ku wê demê zanîna meqamên swêdî kêm bû û pirsên li ser dermanan wekî niha cidî nedihatin girtin:

-      Ji wan wê bû ku qencîyekê bi jinên ducanî û bihemil dikin û wan ji çavtirsandina çapemenîyê diparêzin û bi rastî çapemenî jî wê demê hate bêdengkirin. Me ji çewtîyên wir dersa xwe girt ku divê mirov ti caran wilo tevnegere. Rêya herî baş ku mirov raya giştî û civata doktoran pêbihesîne çapemenî ye, dibêje Barbro Westerholm.

Dêûbavên zarokên mexdûr wê demê gilîyê şîrketa dermanan Astra dikin. Pêvajoya ku gelek salan dewam kir di 1969ê de bi lihevhatinê qedîya. Astra dayina tezmînatê pejirand lê tu caran guneh qebûl nekir. Di 2004ê de her malbata mexdûr nîv mîlyon kron wekî xesaretdan wergirt. Lê dewleta Swêdê ku bikaranîna dermên erê kiribû jî tu caran guneh nekire stuyê xwe.

Dermanê behsa wê têkirin hê jî li seranserê cîhanê ji bo tedawîya gurîbûn, kotîbûn û hin cureyên kanserê tê bikaranîn.

Vêce gelo digel ewqas tedbîrên ku di nava van salan de hatine girtin felaketeke wiha di şertên îro de jî ji dermanên nû dikare rûbide? Barbro Westerholm:
- Belê, em tu caran nikarin garantîyê bidin ku dermanek zerarê nede. Di van salên dawî de aşîya li hember şewba berazan narkolepsîn derket. Ew jî ji nişkê ve hat. Lê eger ew derfetên ku îro di destên me de hene di 1959ê de hebane, em dihesibênin ku şeh mihan zûtir em î bi paştesîrên hebê bihesin. Û gelek zarok ji kêmçêbûyîyan hatiban parastin

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".