Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Jîngeha karî di raporeke nû de

Hat weşandin fredag 27 april 2012 kl 10.55
Wëne: Claus Gertsen/Scanpix.

Sala par 61 kes li Swêdê di qezeyên cîyê karî de mirin, ev li gor agahdarîyên ji LO, Konfederasyona Sendîkayên karkerên Swêdê. Cîyê karê avakirinê ji wan cîyên karî yên herî xeterin û tê de gelek birîndar dibin, lê qezeyên cîyên karî her di warên din de jî bêhtir dibin.

Qezeyên di karî de di warê șirketên bi kirêdanê di van salên dawî de hema ducar bûne. Sazîya jîngeha karî, Arbetsmiljöverket, nuha derametên bêhtir datîne ser wê bo ku bandorekê ser vî warê ku herku diҁe berfirehtir dibe, bikin.

Her jîngeha karî mijara roja cîhanî ya neteweyên yekgirtî ye îro bo jîngeha karî, bi giranî ser șirketên bemanningê, ango yên peyda kirina karkeran, di semînerekê de li Rosenbad. Her îro jî ew kesên ku di qezeyên cuda yên ҁîyên karî de mirin e tên bibîranîn.

Sazîya jîngeha karî îro di rapora xwe ya bi navê ”Den goda arbetsmiljön och dess indikationer” ango”jîngeha karî ya baș û nîșanên wê”,de giranîyê datîne ser wan nimûneyên baș û agahdarî di cîyê karî de bo avakirina jîngeheke baș di cîyên karî de.

Magnus Svartengren, pisporê dermanîye li sazîya jîngeha karî Arbetsmiljöverket:

Svartengren dibêje ku, em zanin mirov kare nexweș bikeve û dikare jî qeze li cîyê karî bibin. Lê ya nû di vê raporê de ew e bê ka ҁi zanistî di cîyê karî de heye, cîyek têde karmend sax û tenduristin bo demke dirêj?

Îro bi xwe rapora sazîya jîngeha karî pêșkêș bû.  Nerîneke zanistîyê ya giștî ye û ya ji alîyê sazîyê ve sparîș bûye ser daxwaza hukûmetê. Ya balkêș û nû di raporê de ew e bê mirov ҁawa nimûneyên baș berҁav dike û wan bikarbîne bi armanca pêșî lêgirtinê de. Magnus Svartengren ji sazîya jînegha karî careke din:

-Dema mirov behsa nîșanan dike wê demê mirov kare bi vî awayî hizir bike  ”ҁi dihêle ku cîyê karî baș be?”,  îca ew bi xwe ne derbarê alarm danê ye.

Ҁend ji wan pîvanên ku cîyê karî yê baș karaktarîze dike, li gor vê raporê, birêvebirîyeke baș û beșdarbûn e, lê hem jî hebûna atmosferekî geșbîn bi rolên zelal, peywendî, armanc û hêvî. Armanca bi vê raporê peydakirina awayên cuda ye bo formdana cîyê karî û bi wê jî pêșî lê girtin û kêmkirina astengîyan bo karmendan e.

Magnus Svartengren dibêje ku ew bi xwe ne derbarê dermankirinê ye lê derbarê karê pêșî lêgirtinê ye bo kêmkirina astengîyan û piștgîrîya her kesekî li ser kar.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".