Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Zarokên bêhis xwe li bêhisiyê danaynin

Hat weşandin måndag 30 april 2012 kl 12.07
Zaroka bêhis ya koçber. Foto Malin Hoelstad /SvD/Scanpix

Lêkolerên zanîngeha Uppsala û enstîtuya Karolinska institutet niha ispat peyda kirine ku zarokên bêhis yên penaber, yên bi swêdî ji wan re ”apatiska flyktingbarn” tê gotin, berevajiyê hinek îddiayan xwe li bêhisiyê danaynin. Lêkolîna bi beșdariya 11 zarokên bêhis nîșan dide ku di xwîna wan de nisbeta çend hormonan guheriye ku têkiliya wê bi stresa demdirêj heye. Yek ji lêkoleran profesorê zanîngeha Uppsalayê Jonas Bergquist e, yê dide zanîn ku nisbeta madeyên di xwîna wan zarokan de daketiye asta ya kevneleșkerên șer yên bi stresa posttraumatîk.

Jonas Bergquist bi berdewamî dibêje di xwîna wan zarokên bêhis de asta hinek madeyan pir nizm û hinekên din jî pir zêde bilind e. Ev jî nîșan dide ku ne mimkun e yek van tehlîlan bixapîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".