Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Piraniya rojnamevanan dilxwazên Partiya Jîngehê (mp)

Hat weşandin måndag 30 april 2012 kl 12.55

Li gorî ji %41 ê rojnamevanên Swêdê partiya Jîngehê Miljöpartiet ya herî baș e, li gorî lêkolînek nû ya enstîtuya komunîkasyon, medya û rojnamevaniyê, JMG, ya zanîngeha Göteborgê. Profesorê JMG Kent Asp ê berpirsê lêkolînê ku hemû kampanyayên hilbijartinê yên ku partiya Jîngehê beșdar bûye șopandiye diyar dike ku dilxwaziya rojnamevanan li fêdeya partiyê ye. Di çapemeniyê de Partiya Jîngehê bi qasî partiyên din rexne nabe û bi vî awayî alîgiriya wan tê kirin.

Lêkolîna dawî di sala 2005an de hatibû kirin û ji wê demê heta niha dilxwaziya rojnamevanên Swêdê ji partiya Jîngehehê re %19 zêde bûye. Di rêza duyemîn ya dilxwaziyê de Partiya Çep, Vänsterpartiet heye, ku %15 ê rojnamevanan dilxwazên wê ne. Herdû partiyên mezin, ya sosyaldemokrat Socialdemokraterna û ya muhafezekar Moderaterna jî her yek %14 yê dilxwaziya rojnamevanan werdigirin.

Ev tê wateya ku nûnertiya partiya Jîngehê û partiya Çep bi awayek pir zêdetir e li gorî nûnertiya partiyan di nav hilbijêran de.

Di nava rojnamevanan de dilxwaziya partiya Jîngehê herî zêde li Radyoya Swêdê heye, ku %54 e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".