Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Qanûna nû: Miriyan di nava mehekê de gor bikin

Hat weşandin måndag 30 april 2012 kl 15.29
Goristana Skogskyrkogården li Stockholm. Foto: Jessica Gow/Scanpix

Ji 1 gulanê û pêde qanûnek nû dikeve tevgerê ku li gorî wê divê mirî herî zêde di nava mehekê de bên gorkirin. Li Stockholmê bi navincî xelk 31 rojan, û li tevahiya welêt jî 25 rojan dimînin heta ku miriyên xwe binax dikin li gorî Dagens Nyheter. Pir caran xwediyê kesê mirî dixwazin di rojek taybet de, piraniya caran roja înê, miriyên xwe gor bikin. Serokê serokê federasyona buroyên gorkirinê Sveriges begravningsbyråers förbund, Ulf Lerneús rexnegir e. Ew dibêje pir kes bi tiștên din mijûl in û gorkirinê bi paș dixin. Di vê mijarê de divê nêrîna civakî bê guhertin, ango mirî zûtir bên gorkirin, Lernéus dibêje.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".