Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Di komkujîya Seyfo de rolê kurdan

Hat weşandin måndag 30 april 2012 kl 16.35
Konferansa Seyfo
(7:49 min)
Rêvebirê Seyfo Center: "Divê elaqe navbera kurd û suryanîyan bên baştirkirin" /Foto: Besir Kavak

Îna derbasbûyî li taxa Norsborg li başûrê Stockholmê konferanseke bi navê ”Di komkujîya Seyfo de rolê kurdan” hate lidarxistin. Di konferansê de gelek kesayetên kurd, suryanî û asûrî beşdar bûbûn û amadekarên konferansê hêvîyên xwe ji bo baştirkirina têkilîyên navbera kurd û suryanî-asûrîyan anîn zimên. Hêvî hatin kirin ku ev konferans bibe pirek di navbera têkilî û danûstandinan de.

Lê gelo asûrî-suryanî ji ber beşdarîya kurdan ya ku weke ”fermana filehan” tê naskirin, bi çi çavî li kurdan dinêrin. Bethnahrin Berqaşo keçeke asûrî ye:

-         Em dizanin bê wan çi anîne serê me. Kurd beşek ji dîroka me ne û ne bi awayekî baş behsa wan tê kirin. Sedema ku em li dîasporayê ne kurd û tirk in. Sebeb ew in ku em li cîhanê belav bûne. Em bêwelat in ji ber ku em ji welatê xwe hatine qewirandin. Û divê ev li bîra mirovan be, mirov ji bîr neke. Ji ber ku em hatine kuştin, qewirandin, dest danîn ser mal û milkê me. Dîmen zêde ne ronak e.

Ev gotinên keça asûrî Bethnahrin Berqaşo ne ku bi xwe di nav rêxisitinên ciwanan yên asûrî de çalak e. Nêrîna asûrî-suryanîyên Swêdê kêm-zêde bi vî awayî tê naskirin û herçend li vira ti pirsgirêkên mezin di nav van gelan de derneketibin jî, bi taybetî di nav nifşên ciwan de dengê alozîyan carcaran tê bihîstin. Beşdarekî din yê konferansê Özgur radigihîne ku wî bi xwe hin tiştên nexweş bihîstine.

Civata ku ev xortê kurd Özgur, keça asûrî Betnahrîn û gelek suryanî, asûrî û kurdên din anîne cem hev konferansa Seyfo Center e. Rêxistina Seyfo Center ku li gelek welatên Ewrûpa ev heşt sal in xebatan dike berya şeş mihan baskek xwe li Swêdê jî vekirîye. Berpirsê navenda Seyfo Center yê Swêdê Fehmi Barkarmo bi xwe ji herêma Torê ji Midyadê ye. Ew hêvîdar e ku bi konferansên wiha têkilîyên navbera gelên qedîm yên Mezopotamya xweştir bibe:

Ji bo axavtina li konferansê Seyfo Center rewşenbîr û nivîskarê kurd Orhan Mîroglu dawetî Swêdê kirine. Mîroglu ku par pirtûka li ser suryanîyan “Li me bibihûr Marîn“ nivîsandibû di axavtina xwe de behsa  beşdarîya pêşîyên xwe di komkujîya suryanîyan ku di nav kurdan de weke “Fermana Filehan“ tê naskirin kir. Mîroglu dibêje ew beşdarîya konferansên bi vî awayî mîna wezîfeyekê ji bo xwe dibîne:

Seyfo Center dîyar dike ku ji bo lidarxistina vê konferansê wan gelek piştgirî ji Enstîtuya Mezopotamya û bi taybetî rêvebirê wê Gabar Çiyan wergirtine.
Gabar Çîyan radigihîne ku ji bo başkrina têkilîyen navbera kurd û gelên din yên ji heman herêmê van salên dawî li Kurdistanê hin gavên erênî hatine avêtin û ev pêvajo li Swêdê dikare bê xurtkirin.

Fråga
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".