Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bi peymana nû meașê karkiran zêde dibe

Hat weşandin måndag 30 april 2012 kl 16.07
Kommunal ji bo 350 000 endamên xwe peymanek nû ya meașan îmze kir. Foto: Henrik Montgomery/Scanpix.

Doh yekșemê sendîkaya Kommunal ya xwediyê 350 000 endaman, peymanek nû ya meașan îmze kir. Bi peymana nû re meașê %3 zêde dibe ku mehane dike 650 kron. Ev zêdebûn kêm e li gorî Mina ya xebatkara lênêrîna malan li Göteborgê. Li gorî Mina divê meașê wan mehê bi kêmanî 22 000 kron bûya lê niha 18 000 e. Lê sendîkaya Kommunal razî ye ji peymana bi rêxistina kardaran ya șaredarî û meclîsên wilayetên Swêdê SKL re.

Seroka sendîkayê Annelie Nordström dibêje ev peyman baș e ji bo bilindkirina statuya karê nexweșgeh û lênêrîna li malan:

- Me ligel kardaran li hev kiriye ku girîng e em statuya vî cûreyê karî baștir bikin, Annelie Nordström dibêje.

Lê bi vê bilindbûna meașî re perwerdeyek yeksalî destpê dike. Personel dê sala pêșî %25 dema xwe herin perwerdeyê û dema mayî jî kar bikin, ango sala pêșî tenê %75 yê meêș wergirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".