Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Partîya ҁep buceya xwe ya buharê pêșkêș kir

Hat weşandin onsdag 2 maj 2012 kl 10.43
Wëne: Pernilla Wahlman/Scanpix.

Partîya ҁep îro pêșniyaza buceya xwe pêșkêș kir. Partîya ҁep dixwaze armanca zêdebûna di aborî, ango fînansên giștî de rabike û di șûnê de, siyaseteke aborî ya nûjen deyine, bi armanca danîna hevsengîyeke di tevgera konjunkturê de û herweha armancên bo îșûkarîyê.

Peyivdara warê siyaseta aborî ya partîya ҁep Ulla Andersson dibêje ”mijûlbûneke kamil gerek armanca herî bilind ya siyaseta aborî be".

Partîya ҁep di pêșniyaza buceya xwe de, sermayerazandin û geșekirinan pêșniyaz dike. Hem yên beșek jê bi bacên bankeyan finanse bûne û hem jî yên bi bilindkirinên bacên din jî, yên li gor partîyê karin ta 120 000 derfetên karî saz bikin, yek ji sê beșan di warê endustrî û bazirganîyê de.

Partîya ҁep dixwaze jî giranîye deyine ser avakirina 40 000 xanîyên nû salane û ku apartemanên herêmên bi navê ”miljonprogam” yên di salên 1960 û 70 de ava bûne, nû bikin û li gor jîngehê biguncînin.

Wekî berîya nuha jî eșkere kirine, partîya ҁep dixwaza baceke șirketan ya demî bi %5 bo her ҁar bankên herî mezin, Nordea, Swedbank, Handelsbanken û SEB, deyine.  Bi vê bacê dê nêzîka 3,9 milyar kron di salê de bo hatînîyê kom bikin û li gor partîyê dê ev pere bo bikaranîna saz kirina 23 000 cîyên perwerdeyê bo ciwanên bêkar here û herweha bo 20 000karên havînî jî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".