Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hêza bergirîyê ji bernameya doktorayê îstîfade nekirîye

Hat weşandin onsdag 2 maj 2012 kl 11.24
Wêne:Jessica Gow/Scanpix.

Li bernameya doktora ya hêza bergirîyê dora 220 milyon kronî serf bûye, lê hêza bergirîyê gelekî kêm zanîyarîyên kesên doktora temam kirine bikar anîye. Û perwerdeyê hene tu alîkarî nedane bo karyerê xwendevanan, ev li gor raporeke nû ji hêza bergirîyê, Försvarsmakten.

Hêza bergirîyê berîya 20 salan hizir kir ku ew divê sûdê ji efserên ku doktora xilas kirine, bo wezîfeyên cuda bibînin,  ji 1992 de nêzîka 40 kesî dest bi perwerdeya doktora ya hêza bergirîyê kirine û 14 kes ji wan diplom wergirtine.

Lê tenê du ji wan yê doktora temam kirine ta nuha di hêza bergirîyê de kar dikin. Yên mayî teqawid bûne, yan karekî sîvîl dikin yan jî di zanîngeha bergirîyê de mane. Nivîskarên vê raporê ji warê peredanînê di vê perwerdeyê de șikê dibin.

Șefê lêkolînê yê hêza bergirîyê Mats Olofsson dibêje ku lêҁûnên miașan ronî kirineke, ya hêza bergirîyê dê her dabaya, lê ew her astengîyan dibîne bi vê yekê

-Bêguman bi vî awayî ye, dema mirov sûdeke baș ji peredanînê nebîne û dema di hêza bergirîyê de kar nekin jî. Beșek ji wan yên ev bername temam kirine, ҁûne warê endustrî û bazirganîyê yan jî warekî din, ma ew jî mîna biserneketinê tên jimartin? Olofsson dibêje, li gor nerîn û perspektîva civakî nikarim bi vî awayî bibînim, lê bo hêza bergirîyê, karim bêjim belkî ev pere karîbûn ser warên din bihatana bikaranîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".