Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Fîrmayên xêrxwaz afrîkî bêav hiştin

Hat weşandin onsdag 2 maj 2012 kl 14.37
Fîrmayên xêrxwazîyê av û erdê xelkê ji wan distînin./ Foto: Anna-Klara Bankel/Sveriges Radio

Pereyên xêrxwaziyê yên Swêdê li welatê Afrîkî Sîera Leone di hilberîna etanolê de tê bikaranîn û encama wê gelê li herêmê dixe nav dijwarîyan de.

Rêxistina alîkarîyê Swedfund 90 milyon kron di şîrketa Addax Bioenergy de razandî ye, lê niha derdikeve holê ku piştî ku vê şîrketê li Sîera Leone dest bi kar kirîye bêavî û birçîbûn di nav cotkarên xizan yên li herêmê de belav bûye. Gundîyên hejar hawara xwe digihînin Swêdê.

-      Em hawara xwe digihînin we, tiştekî me nîne, dibêje ehla cî Maria Fona bi awayekî bêhêvî.

Şîrketa Addax bionerengy dest danîye ser erdê ku carê gundîyan çandinî lê dikirin û xwarina wan jê dihat. Şîrket niha di erdê wan de levenê şekir diçîne. Berê gundîyan ava xwe ya vexwarinê jî ji kanîyê dibirin, lê niha şîrket ava kanîyê jî ji bo avdana zevî bi kar tîne. Levenê şekir ku li vir tê çandin dibe sotemenîya bîyolojîk û li Ewrûpa tê firotin.

-      Birinc nîne ku em bixwin, xelk birçî radizin dibêje Maria Fona. Zilamê li teniştê Mihemed jî dibêje ji bo ku li gund birinc nîne divê em bi zikê birçî herin nav cîyan.

Ji par mijdarê ve 90 mîlyonê rêxistin alîkarîyê Swedfund li Sierra Leone di şîrketa Addax bioenergy de razandîye. Lê cotkar û gundîyên herêmê dibêjin şîrket xwedî li gotina xwe dernakeve:

-      Wan qewlê avakirina dibistan û nexweşxaneyan dane me. Soz dan eger em erd bidine wan ku wê kar zêde bibe, ku ew ê xwendegeh û nexweşxaneyan ava bikin û rêyan çêbikin. Wan em xapandin.

Li gor peymanê shîrketa Addax bioenergy ji bo 50 salî erdên gundîyan îcare kirîye û salê serê donimê derdorê 6 dolaran pere dide xwedanê erd.

Anders Craft, wekîlê berpirsê giştî yê Swedfund e û ew herwiha di desteya rêvebir ya Addax bioenergy de jî cî digire. Craft mukir tê ku li Sîera pirsgirêk hene:

-      Ez nabêjim pirsgirêk nînin, lê neyt û armanca şîrketê başî ye û lewra ji bo çareserkirina pirsgirêkan ew gelek derametan bi kar tîne û mesrefên mezin dike, dibêje Anders Craft ji rêvebirîya Swedfund.

Lê parêzerê sîera leonî Sonkita Conteh ku peymana navbera şîrketê û cotkaran kontrol kirîye dibêje: ”Ev tawanekî li hember mafê mirovan e. Mafê peydakirina xwarin û avê tê standin, derdekî mezin e”.

Ekonomê rêxistina alîkarîyê Forum Syd Kenneth Hermele jî rexneyên tûj li Swedfund dike:

-      Ev projeyên sedsala 18:an tîne bîra mirovan, welatekî ewrûpî yê kolonîalîst ji bo ku îhtîyacên xwe bîne cî diçû erdê xelkê ji wan distand. Hingê madeyên xam bûn niha sotemenîya bîyolojîk e. Diviyabû gav hatibane avêtin da ku hem çandinî hem rewşa gundîyên wir hatiba baştirkirin. Ne ku levenê şekir ji bo otomobîlên ewrûpîyan bê çandin

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".